Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê 2018-10-17 13:45:53   NAVENDA NÛÇAYAN - Li bajarê Qamişlo ya Bakurê Sûriyeyê jina 22 salî Hena Elî 5 zarokan anîn dinê. Hena Elî berî 9 meh ducaniya xwe temam bike, 5 zarokên wê heft mehî hatin dinê.     Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, li Taxa Hilêliya Qamişlo ya Bakurê Sûriyeyê jina 22 salî Hena Elî 5 zarokên heft mehî anîn dinê. Hena Elî ya berî 9 meh ducaniya wê temam bibe, 5 zarokên wê heft mehî hatin dinê. Ji 5 zarokên Hena Elî 3 jê kurin û 2 jê keçin. Hena ya ku berê jî keçekê wê bû, niha bû dayîka 6 zarokan.    Hena ya ku rewşa wê ya aboriyê nebaşe û di kirê de rûdine wiha hestên xwe anîn ziman: “Di du mehên ducaniya min de, bijîşkan ji min re gotin ‘3 zarokên te dê çêbin.’ Piştî ducaniya min ket meha 5’an de, vê carê jî bijişkan got ‘tu bi 5 zarokan ducaniyî.’ Bijîşkan ji min re gotin ‘divê tu kürtaj bibî,’ lê min nexwet kürtaj bibim. Min gelek zehmetî ditin û êşên cîdî derbas kirin. Ez tim dibin kontrola bijîşkan debûm. Heyanî zarokên min hatin dinê.”   Henayê di dawiya axatina xwe de bang li hemû sazî û dezgehên jin û tenduristiyê kir ku alikariya wan bikin û pêdiviyên zarokên bi cih bînin.   Xwesiya Henayê Semîra Mihemed jî, keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Saziyên Rojava û Heyva Sor a Kurd  alikariya me kirin. Beriya ku bûka min biwelîde gelek zehmetî dît, lê li berxwe da û zarokên xwe kurtaj nekir.”    NAVÊ KEÇEK XWE KIR BARÎN KOBANÊ   Hena navê keçek xwe kir Barîn Kobanê û bijîşkê Hena jî, navê xwe Selîm li kurekê Hena kir.