Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan 2018-10-17 12:02:30   AMED - Aktîvîsta TJA Nesrîn Çerçel a di çarçoveya operasyona navenda wê Amed de li Mêrdînê hat binçavkirin hat berdan.     Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (TJA) Nesrîn Çerçel a di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê Cotmehê bi rêve bir de, di serdegirtinên malan ên Mêrdînê de hatibû binçavkirin, hat berdan. Çerçel a ji Mêrdînê anîbûn Midûriyeta Polîsan a Amedê, piştî îfadeya wê hat girtin ji midûriyetê hat berdan.    Di operasyonên bi ferman Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ya navenda wê Amed a li 9 bajaran di 9’ê Cotmehê pêk hat de, 141 kes hatibûn binçavkirin, ji 141 kesan, 115 jê hatibûn berdan û  25 kes jî hatibûn girtin.