Muxtarek li Riha hat binçavkirin 2018-10-17 11:41:37   RIHA - Muxtarê Taxa Çitlik a navçeya Bêrecûkê Emîn Ozturk hat binçavkirin.   Cendirmeyan duh danê nîvro bi ser mala Muxtarê Taxa Çitlik a navçeya Bêrecûka Rihayê de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku berî cendirme bi ser mala Ozturk a gunde bigirin, polîsan bi ser mala wî ya li navçeyê de digirin. Hat destnîşan kirin ku Ozturk li Fermandariya Cendirmeyan a Bêrecûkê tê girtin û hinceta binçavkirin wî nehat zanîn.    Hat diyar kirin ku Ozturk berê ji kar hatibû dûrxistin, dest danîbûn ser muhra wî ya muxtartiyê û demek şûn de peywira wî paşve hatibû dayîn.