Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin 2018-10-17 11:14:34   ENQERE - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgit, bal kişand ser komên girêdayî HTŞ'ê û diyar kir ku ev kom li gotinên Tirkiye guhdar nakin û wiha got: "Ev kom berdana çekan red dikin. Biryara berdewama cîhanê stendin. Her kêli dibe ku li Idlibê dest bi şer bikin."    Li Sûriye 8 salin şerê navxeşî didome. Niha piraniya şer li ser Idlîbê kom dibe. Tirkiye, Îran û Rûsya li ser Idlibê bazarê dikin. Rûsya û Îran dixwazin komên çekdar ên li Idlibê, bajarê Idlibê vala bikin. Tirkiye garantî dabû Rûsya ku heta 15'ê Cotmehê komên çekdar vala bike. Lê planên Tirkiye yên malê û Sûrê li hev derneketin. Herî dawî li Soçiyê Serokê Rusya Vilademir Putin û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hatin cem hev û peyman îmze kirin. Li gorî peymana "Herêma bê çek" îlan kirin û Tirkiye plan kir ku komên çekdar wan bê çek bikin û bikişînin herêma bê çek. 2 roj di ser peymanê re derbas bûn, lê hêj komên çekdar Idlib vala nekirine. Di salên borî de Herêma Heleb û Şamê, ji Guta, Hama, Humusê bi destê Tirkiye komên selefî derbasî Idlibê kirin. Welatê 24'emin ê Sûriye Idlîb, piştî Reqqa ked destê komên selefiyan. Piştî Idlib ket destê Selefiya di navbera Tirkiye Rusya û Îranê de bû sedema zêdebûna dîplomasiyê. DYA û welatên Ewropa jî li ser Idlibê axivîn. Herî dawî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê li Soçî hatin cem hev. Rûsya û Tirkiye li ser "Herêma bêçekbûnê" li hev kirine. Diviya bu heta niha komên selefî û çekdar li herêma 15 kîlometre ya bê çek hatibûna bicihkirin. Xwestin ku El Nusra Cephesi (Heyet Tehrir El Şam-HTŞ) ku berdewama El Kaîde ye û komên din 15 kilometre dûr bixin. Xwestin Rûsya û Tirkiye li vir bi cih bikin. Rayedarên Tirk ev yek aşkere kirin. Serokê Sûriyeyê Başar El Esad di 8'ê Cotmehê de gotibû “Peyman tedbirek demborî ye. Ev bajarê di kontrola teroristan de ye dê li Sûriye dîsa paşve vegere."    KOMÊN SELEFÎ HÊJ LI IDLIBÊ NE   Komên çekdar ên girêdayi El Nusra yên Heyet Tahrir el Şam (HTŞ) ku diviya bûn heta 15'ê cotmehê de ji Idlibê derkevin, hêj derneketine. Komen HTŞ'ê roja yekşemê daxuyanî da û diyar kir ku 'Komên cîhadê dê daxwazên şer û cîhanê venegere' û biryara xwe anîn ziman. Lê Tirkiye keşeyê DYA Andrew Brunson serbest berda û Minbiç xist rojevê û xwest ser vê rastiya li Idbilê bincil bike.    Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgit, bal kişand ser komên girêdayî HTŞ'ê û diyar kir ku ev kom li gotinên Tirkiye guhdar nakin û wiha got: "Ev kom berdana çekan red dikin. Biryara berdewama cîhanê stendin. Her kêli dibe ku li Idlibê dest bi şer bikin. Diviya bû di 15'ê cotmehê de Idlib ji komên çekdar bihatina paqijkirin. Lê şensa Tirkiye vê yeke bi ser bixe tune bû û tune ye. Ji ber komên çekdar nêta wan tune dest ji çekan berdin. Komên ku di nava Artêşa Neteweyî ya Sûriye ku Tirkiye ava kiriye, tu pirsgirêk tune ku bên qadên bê çek. Lê komên Eniya Nusra, îtîfaqên HTŞ'ê Hurras el-Di, Nureddin Zenkî ku li herêmê bi hêz in û piraniya herêmê di destê wan e ye, armanca wan tune dest ji çekan berdin. Tirkiye nikare gotinên xwe bi wan bide qebûlkirin. Ev kom berdana çekan red dikin. Biryara berdewama cihanê stendine. Tirkiye ji bo xwe li Sûriye mayinde bike dê dîsa dem bixwaze. Ji ber ku Tirkiye bi armanca koman ji Idlibe derxin dê zextan li koman bikin û dê rastî bertekên hişk yên Tirkiye bên. Ev yek ji bo Tirkiye felaketa herî mezin e. Tirkiye ji bo xwe li Sûriye mayinde bike dê her dem bi komên cîhatkar gefan li Ewropa bixwe û her de gefan li Rojhilatê Firatê bixwe."    Yîgît, bal kişand ser deriyê di navbera Sûriye û Îsraîl û Urtunê de hatiye vekirin jî û wiha got: "Deriyên ewil ên cîhadê ku li Sûriye vebûn vedigerin rewşa asayî. Piştî 7 salan yekem car deriyê sînor ê Kunaytra û Dera vedigerin asta asayî. Ev derî vedibin Tirkiyeyê."     MA / Berivan Altan