Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye 2018-10-17 11:09:27   COLEMÊRG-Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, derberê redkirina daxwaza serbest berdana Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a girtî de axivî û got: “Dosyeya Guven ezmûna rûmetê ya Meclîsê ye. Divê Meclîs dawî li vê bêedaletiyê bîne.”   Ji bo ku Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bê berdan û darizandina wê bê rawestandin di 21’ê Îloanê de serî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû dayîn. Dadgehê bi hinceta ”Rêxistin ava kirin û birêve birin” û “Endamtiya rêxistinê” serlêdan red kir û biryara dewama girtinê Guven da. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî derbarê redkirina biryara dadgehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.     ‘NE QANÛNÎ YE’   Temellî, diyar kir ku biryara redkirinê ya 9’emîn Dadgeh Cezayê Giran a Amedê ne qenûniye û wiha got: “Girtina Guven nayê qebûl kirin. Ew parlamentera Colemêrgêye û divê demildest bê berdan. Hemû hiqûqnasan derbarê vê de bi dehan car nêrînên xwe anîn ziman. Di vê mijarê de mutaleyên xurt hene. Lê dadgeh li şûna guh bi de vê yekê, li gorî fermanênm Qesrê tevdigerin.”   ‘JI MECLÎSÊ KESEK KÊME’   Temellî, bal kişand ser berdana Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu û wiha bilêv kir: “Enîs Berberoglu îro serbeste. Karê xwe yê parlamentoyê û qanûnî dike. Ev pir baş bû û em keyfxweş kirin. Lê niha parlamento bê Leyla Guven e. Ji ber vê kesek kêmê. Em dixwazin parlamenterê me bê berdan. Guven weke ku ne parlamenter be nêzîkatî jê re tê kirin. Di serdama 26’emîn a parlamentoyê de, biryarek sosret hat girtin. Di vê serdemê de mafê destnedayînê yê parlamenteriyê hat rakirin. Di vê serdemê de gelek hevalên me hatin girtin. Di serdama çûyî de, Hevserokên me yên Giştî Sabahat Tuncel, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û gelek hevaşarederên me bi pergaleke bêdaraz û bêedalet hatin girtin. Êdî gehiştine wê astê, qanûnên xwe bi xwe pêk nayîn in. Ji ber vê dosyeya Leyla Guven di vî warî de pir girînge. Meclîs divê demildest xwe ji vê şermê xelas bike. Necare ku vî xetayî sererast bike.”   ‘DOSYEYA GUVEN EZMÛNA RÛMETÊ YA MECLÎSÊ YE'   Temellî, bang li hemû kesên dibin banê Meclîsê de cih digirin kir û wiha got: “Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmetê ya Mêclîsê ye. Divê meclîs vê yekê sererast bike û dawî li vê bêedaletiyê bîne.”    MA / Berzan Guneş - Mujdat Can