Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike 2018-10-17 10:18:14 ŞIRNEX - Hevşaredarê Sîlopî yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Seyfettîn Aydemîr, diyar kir ku qeyûmê heya niha bi nelirêtiya ketiye rojevê, ji bilî projeyên wan amadekirî, tu karek din nekiriye û got: “Qeyûm pereyê şaredariyê ji bo Rêyên Bejayî yên terxaniya wê hatî birîn xerç dike."  Nîqaşên derbarê hilbijartina herêmî ya tê plankirin ku di 31’ê Adara 2019’an de bê lidarxistin,  bêtir dikeve rojevê. Çavên hemû kesan li encamên cihên qeyûm lê hatine tayînkirin. Yek ji bajarên qeyûm di 11’ê Îlona 2016’an de hat tayîn kirin Şarederiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Sîlopî ya Şirnexê ye.   HEDEFÊN DEST PÊ KÊ NÎGAR Û RAMANÊN KURDAN BÛ   Şaredariya ku berî mehekê qeyûmê wê hat gurherrtin û bi sedan karmendên wê ji kar hatin avêtin, heya  niha gelek kesên nêzî AKP’ê girtin kar û di şaredariyê de hatin bicih kirin. Şaredariya Midûriyeta Polîtîkayên Jin bêerk hişt, di heman demê de Navenda Çand û Hunerê ya Laleş jî dewrî Weqfa Ciwanên Tirkiyeyê (TUGVA) kir. Rêveberiya TUGVA, navê “Laleş” guhert, wêneyên hunermend û bîrewerên Kurdan ên Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Dîldar, Ayşe Şan, Meryemxan û nîgarên Kurdan ji navendê derxistin.     DI ŞAREDARIYÊ DE ÎDÎAYA NELIRÊTIYÊ    Di heman demê de, Abdullah Okten û Kemal Okten ên alîkarên qeyûm di meha çûyî de bi îdîaya nelirêtî kirin, ji kar hatin avêtin. Hevşaredarê DBP’ê yê Sîlopiyê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Seyfettîn Aydemîr, derbarê hemû tiştên hatin jiyîn, îcraetên berî qeyûm û piştî qeyûm hatin kirin û rewşa şaredariyê ya niha de, axivî.     ÎDÎAYÊN BERTÎLAN   Aydemîr, diyar kir ku berî qeyûm bê tayînkirin, mufetîşên Wezareta Karê Hûndir demek dirêj li şaredariyê hemû tişt di lêpirsînê re derbas kirin û wiha got: “Mufetîşan tiştek neyînî nedin. Piştî em ji kar hatin avêtin, hemû alîgirên AKP’ê girtin karê şaredariyê. Hat îdîakirin ku qeyûm gelek kes bi bertîlan girtiye kar. Ev îdîa hîna jî li nava bajêr tê axaftina.”   'PROJEYÊN ME WEKE KU PROJEYÊN WAN BIN LANSE KIRIN'   Aydemîr, anî ziman ku ji roja qeyûm tayînê şaredariyê hatiye kirin, ji bo bajêr tu proje pêş nexistin û wiha bilêv kir: “Tenê projeyên di serdema me de hinek teman kirin. Hin ji wan jî betal kirin. Projeyên me yên temam kirin jî weke ku projeyên wan bin lanse kirin. Ji bo projeya Xaliya Zerzewatan me 5 domum erk kirî bû. Îhaleya wê jî amede bû. Piştî qeyûm hat tayînkirin, hemû medya alîgir 5 roj şûn de li xwe kom kir û weke ku ev projeya wî be ji gel re lanse kir. Dîsan me 36 wesayîtên nû ji bo şaredariyê kirîbûn û pereyê wan jî da bû. Wesayîtên piştî qeyûm hatin, dinava bajêr de gerandin û propagandeye xwe bi vê kirin.”   'MIDÛRIYETA POLÎTÎKAYÊN JIN GIRTIN'   Aydemîr, bal kişand ser projeyên wan ên ji aliyê qeyûm ve hatin betalkirin û wiha rêz kir: “Projeyên me yên parkên dinava taxan de hebûn. Her du jî betal kirin. Me yê li ser erseyê 52 donum ê li taxa Cumhuriyetê cihê pîşesaziyê ava bikira. Di qonaxa îhaleyê de betal kirin. Disan projeya me ya ji bo dawetan jî amadekiribû îptal kirin. Bi tayîn kirina qeyûman naveroka hemû saziyan hatin vale derxistin. Midûriyeta Polîtîkayên Jin girtin û dawî li xebatên jinan anîn.”    'HEMÛ KOLANÊN BAJÊR DINAVA HERIYÊ DENE'   Aydemîr, destnîşan kir ku tenê cadeya navendî asfalt kirin, lê weke ku hemû cadeyên bajêr çêkirine didin nîşandan. Aydemîr, da xuyakirin ku hemû kolanên bajêr dinava heriyê dene û wiha bedewam kir: “Ji ber heriyê welatî di zivistanê de rojên zor û zehmet dijîn. Tenê ji bo dîtbariyê cadeya navendî çêkirin. Heta bêje şaredarî kirine bin deynan. Ji bo ku rêveberiya serdema nû nexebite, vê yekê dikin. Ev demek dirêje rêya Îpekyolû tê çêkirin. Dixwazin vê jî bixin malê xwe. Ji ber krîza aborî çêkirina rê di nivî de hiştin. Niha jî şarederiyê temam kirin rê girt ser xwe. Qeyûm ji bo çêkirin rê pereyên şaredariyê xerç dike.”   'VÊ PEYWIRÊ TENÊ GEL DIKARE JI ME BIGIRE'   Aydemîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro Erdogan dibêje ‘emê qeyûm tayîn bikin.’ Ligel ku siyasetmedar û hevalên me di girtîgehan de bûn jî, gel di 24’ê Hezîranê de xwedî me derket. Me rastî nîşanî wan da. Em hêza xwe ji gel digirin û gel jî vê baş dizane. Gel vê peywirê dide me û encex gel karibe vê peywirê ji me bigire.”