Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e 2018-10-17 09:36:24   STENBOL -  Prz. Baran Dogan biryara dadgehê ya der barê Keşe Brunson de nirxand û diyar kir ku di milê hiqûqê de rezîl û rezalet e û pêkenoka hiqûqe ye.   Prz. Baran Dogan, der barê cezayê Keşeyê DYA'yî Pastor Andrev Craig Brûnson ê li Îzmirê heta 35 sal ceza jêre hat xwestin û piştî rastî 3 sal û 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn serbest hat berdan nirxandin kir. Prz. Dogan diyar kir ku ev darizandina Brûnson di milê huqûqê re rezalet û pêkanok e û wiha got: "Li Tirkiye dema îdîaname tê amadekirin li gorî pivanên hiqûq û edaletê nayên kirin. Bê alî bû serbixwe nayên amadekirin. Dîsa darizandin jî bê alî û serbixwe nayên kirin. Dikevin bin bandora siyasetê û xizmeta polîtikaya îktîdarê dikin. Bi armanca politika rêveberiya heyî meşrû bikin biryar tên dayîn. Îdîanameyên ku tên amadekirin li gorî daxwazên siyasî tên amadekirin. Ji ber vê yekê bi sucdariyên zêde kes tên tawanbarkirin. Bi xayintiya welat, sîxûrî, perçekirina welat mirovan tawanbar dikin. Bi van îdiayan wekî ku tevahiya Tirkiye ji holê rake tên sucdarkirin. Bi riya medya li hemberî cemaweriyê bi vî ringî propaganda dikin û kesan tawanbar dikin. Ev kesên der barê wan de îdîa tên kirin rastî lîncê tên. Çavkaniya vê lincê jî îdîanameya hatiye amadekirin. Ev belgeya hiqûqî ye. Kesên vê îdia dikin kes wekî sucdarê li dijî dewlet û mîllet nîşan didin."    KRASÊ HIQÛQÊ LÊ DIKIN   Dogan, da zanîn ku bi sudariyek wisa û îdîanameyek wisa mirov nikare li benda darazek bi edalet û bê alî be û wiha got: "Keşe mirovekî baweriyê û ol e. Mafê wî heye baweriya xwe belav bike. Hemû xebatên wî yên der barê bawerî û olê wî de rewa ye. Ger ku kes ji bilî van xebatan sînor derbas kiribe, divê belgeyên şênber hebin. Niha mirovê ol tenê ji ber xebatên xwe yên baweriyê tên darizandin. Vê yekê jî wekî sûcê li dijî dewlet û millet nîşan didin. Bi vê yeke di hiş û meşiyê mirovan de şik û gumanan ava dikin. Di doza Keşe Brunson de ji destpêkê heta dawiyê tu belge û îspatek şênber tune. Tenê qeneeta ku karê talûke dike heye. Îdîayên mezin dikin, lê taliyê 3 sal û 1 meh û 15 roj ceza dibirin û piştre berdidin. Li gori rastiyê divê beaet bikin. Ev rewya heyî li dijî hihûq û qanunan e. Encama bêçaretiyê ye. Şerm û rûreşiya hiqûqê ye. Pênenok e. Hikûmetê xwest vê yekê bike mijara bazarê. Bi vî regnî hiqûq rezîl û ruswa kirin. Helwesta Hiqûqê li Tirkiye di doza Brunson de bêtir zeral bû û xwe nîşan da. Ev dozger û dadger karê polîtîkayê bi riya hiqûq û darazê dikin malzemeyê propagandayê.    SPASIYA DYA    Dogan, da zanin ku ji destpêkê heta dawî Serokdewletê DYA'yê Donald Trump ji bo Tirkiye tiştek negot û piştî daraza Tirkiye keşe Brûnson sersest berda spasiya xwe kir. "Trûmp ji îktîdara ku raste rast Tirkiyeyê bi rêve dibe got 'Keşe Brunson berdin'. Bi vi rengî bi destê Îktîdara siyasî daraz kir amûrê destê xwe. DYA, spasiya xwe ji Serokomarê Tirkiye re kir û got 'Ji niha û şûnde em dê ji we daxwaz bikin. Daraz ne muxatabê me ye. Daraza we ne serbixwe ye' û helwesta xwe anî ziman."   MA / Yasin Kobulan