Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir 2018-10-17 09:15:05 RIHA - Cotkar Mûstafa Gokkan ku li navçeya Hewengê erd îcare kir û pembû çand, anî ziman ku li gor par berdarî ji çar paran parek kêm bûye û fiyetê pembû erzantir bûye.  Li Rihayê îsal pembû ne berdar e. Cotkaran destnîşan kir ku ji ber nediyariya fiyetê pembû û zêdebûna mesrefên çandiniyê îsal ew xisirîne. Cotkar Mûstafa Gokkan ku li gundê Qirik ê navçeya Hewend a Rihayê 120 donim erd îcare kir û pembû çand, got li gor par berdariya pembû îsal kêm bûye û ew xisirîne.    JI SALA PAR ERZANTIR E    Gokan, anî ziman ku ew her sal ji Pirsûsê berê xwe dide Hewengê û pembû diçîne. Gokkan, diyar kir ku sala par wî serê donimê 700 kîlo pembû berhev dikir, lê îsal ji be rkêmbûna avê û rewşa demsalê serê donimê 200 kîlo berhev kiriye. Gokkan, destnîşan kir ku dewletê îsal 4.80 lîre fiyet li pembû xistiye, lê belê paşê ev yek revîze kiriye û kiriye 3.80 lîre. Gokkan got: "Ji ber dewlet nakire, fabrîkayan ev fiyet diyar kir. Niha fiyetê pembû di navbera 2.5-3 lîreyan de diçe û tê."    Gokkan, destnîşan kir ku êdî pembû ketiye nav lepê piaseya serbest û ji ber vê cotkar dixisirin. Gokkan got: "Dema em qamyonek pembû ji vir dişînin Rihayê, em hezar lîreyî didin. Wexta em heqê karkeran, qamyonet, mazotê jî jê derxin jixwe tiştek namîne. Tona gubre 3 hezar û 500 lîre ye. Em bi Holderê derman direşînin, mesrefê wê hezar lîre ye. Em dixisirin. Lîtreya mazotê bi 4 lîreyan bû, lê niha bûye 6 lîre û nîv. Par gubre bi hezar û 500 lîreyî bû, niha bûye 3 hezar û nîv. Sala par mesrefê holderê 150 lîre bû, niha 600 lîre ye. Fiyetê telîsan 5 lîre bû, niha 12 lîre û nîv e. Dema em pembû biçinînin tiştek namîne."    QEYÛM HAT AV QEDIYA    Gokkan, destnîşan kir ku berî qeyûm bê tayînkirin yekîneyên avê bi hilbijartinê dihatin peywirdarkirin, lê belê piştî qeyûm hat di warê avê de pirsgirêkên wan zêde bûne. Gokkan got: "10 sal in vî karî dikim. Tu salê pirsgirêka me ya avê çênebû. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin av hat qutkitin. Min tu tişt ji 500 donim erd negirt. Ji bo çandiniyê destek didin. Lê perê destekê heqê avê dernaxe. Par ji bo 300 donimî min 90 hezar da. Lê desteka dan min 100 hezar lîre bû. Ez vî pembûyê ji bo destekê datînim. Lê tiştek ji min re namîne. Heta meha Îlonê destekê nadin. Bi vî awayî dikeve ber 90 hezar heqê ceryanê. Tenê 10 hezar ji min re dimîne, wî jî di Îlonê de didin."    'COTKARÎ MIR'    Gokkan, anî ziman ku ew û zarokên xwe salekê dixebitin û ji bo karê xwe bikin xanî kirê dikin, lê belê niha nikarin heqê kirê jî bidin. Gokkan got: "Ji ber ku xwediyê xanî xizmê min e alîkariyê dike. Wexta sal diqede bi awayekî poşmaniyî em berê xwe didin malê. Me nexwend, tenê em ji cotkariyê fêm dikin. Lê niha ew jî miriye. Halbûkî eger pembû bi heqekî baş bê firotin, em ê karibin pere zêde bidin karkerên xwe jî. Her duşemê fabrîkator li Rihayê li hev kom dibin. Heta ji destê wan tê fiyetê pembû kêm dikin."