Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya 2018-10-17 09:14:20 RIHA – Şêniyên navçeya Xelfetiyê diyar kirin ku piştî qeyûm tayînî Şaredariay Xeleftiyê hat kirin, tu xizmet nehatiye kirin, cudahî xistine navbera mirovan û sazî veguherandine baregehên leşkerî. Şêniyên navçeyê got, ew ê di hilbijartinê de xwedî li vîna xwe derkevin.  2 sal berê bi biryara Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê hat kirin. Şêniyên navçeyê destnîşan kirin ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin tu xizmeta nehatiye kirin, sazî veguherîne baregehên leşkerî û ew ê di hilbijartina herêmî de xwedî li vîna xwe derkevin.    Şêniyên navçeyê, bilêv kirin ku qeyûm Şeref Albayrak çavkaniyên saziyê pêşkeşî alîgirên xwe kiriye û xizmeta heyî jî daye sekinandin. Mûstafa Demîr ku li gundê Cibînê dijî, diyar kir ku 2 sal in xizmet nehatiye kirin û got: "Piştî ku gundê me bû tax, kêfa me hat. Me got dê bi vî awayî xizmeta gund bê kirin. Di hilbijartina 2014'an de dema DBP'ê şaredarî bi dest xist, taxa me jî di nav de xizmeta gelek taxan kir. Lê belê ev yek dirêj neajot. Piştî qeyûm hat tayînkirin xizmet jî sekinî."    ‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN HDP'Ê'    Demîr, bilêv kir ku 5 sal in rêyên taxê bi kevirên parkeyî hatine çêkirin, lê belê ji ber binesazî nebaş hatiye çêkirin rê hatine xerakirin û got: "Beriya rêyên taxê bên çêkirin divê pirsgirêka binesaziyî bihatana çêkirin, lê belê qeyûm guh neda daxwazên gel û tenê rê çêkir. Ev jî bû cihê kulfeteke malî ya zêde. Ji ber pirsgirêka binesiyî rê hatin xerakirin û pereyên hatin xerckirin berba bûn." Demîr, destnîşan kir ku pirsgirêkên taxê gelek in û got: "Dema DBP'ê şaredarî bi dest xist piştî wexteke dûr û dirêj cara ewil xizmeta taxê hat kirin. Lê belê ev yek du sal û nîvan dewam kir. Paşê qeyûm hat tayînkirin û xizmeta heyî jî hat sekinandin. Divê rêzê nîşanî encama ji sindoqan derdikeve bidin. Wê gundê me di vê hilbijartinê de dengê xwe bide HDP'ê û em ê nîşan bidin ku polîtîkaya qeyûm bi kêrî tiştekî nehatiye."    ‘CUDAPARÊZÎ HEYE'   Şakîr Kaynak ku li navenda Xelefetiyê dijî, got dema qeyûm xizmetê dike, cudaparêziyê dike. Kaynak anî ziman ku qeyûm bêtir xizmeta taxên ku dengê AKP'ê lê zêde ne dike û got: "Dema şaredarî di dest DBP'ê de me muxatabê me hebû. Dema em diçûn şaredariyê derî vekirîbûn. Pirsgirêk çibûna me digot. Şaredarî guh dida me û bi qasî ji desta dihat hewl dida pirsgirêkan çareser bike."    Kaynak, bi bîr xist DBP'ê di hilbijartinê de bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xistiye, lê belê vîna bi dehan mirovî hat binpêkirin û qeyûm hat tayînkirin. Kaynak, destnîşan kir ku gel vê yekê qebûl nake. Kaynak, anî ziman ku qeyûm bi awayekî nîjadperest nêzî gel dibe û got: "Hemû tiştên li navçeyê hatine kirin, bêhna nîjadperestiyê ji wan tê. Em vê yekê qebûl nakin û em dê di sindoqê de vîna xwe nîşan bidin."