'Li Kampusa Tarsûsê midûrên girtîgehan li gor xwe tev digerin' 2018-10-17 09:10:25 EDENE - Parêzer Tûgay Bek destnîşan kir ku li hemû girtîgehên li kampusa Tarsûsê, pêkanînên kêfî yên cuda hene û ev yek li gor midûrên girtîgehan diguhere.  Li Herêma Çûkûrovayê girtîgeha herî mezin Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê ye û di nav vê kampusê de Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1, Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2, Girtîgeha Tîpa T a Jimare 3, Girtîgeha Tîpa T a Jina, Girtîgeha Vekirî û Girtîgeha Zarok û Ciwabab heye. Lê belê di demên dawî de ev girtîgeh tim bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye. Parêze Tûgay Bek, binpêkirinên mafan ên li vê girtîgehê nirxand.    Bek, destnîşan kir ku di nav kampusê de 6 girtîgeh hene û pêkanînên hemû girtîgehan cuda ne û midûrên wan wekî derebegan tev digerin. Bek got: "Qadeke berfireh xistine destê midûrên girtîgehan û ev midûr bi awayekî nehiqûqî bi înîsyatîfa xwe tev digerin. Li vir her midûr li gor dilê xwe tev digere."    PÊKANÎN LI GORÎ MIDÛRAN DIGUHERIN    Bek, anî ziman ku ew li her girtîgehê bi pêkanînên cuda re rû bi rû dimînin û got: "Dema em ji bo hevdîtinê diçin, di dema birina materyalan û hevdîtina bi muwekîlan re em bi pêkanînên cuda re rûberû dimînin. Hin girtîgeh hene em bi berçavka xwe dikarin biçinê, li hin hene destûrê nadin. Carinan em bi ajanda û pênûsê nikarin bikevin hin girtîgehan. Carekê nehiştin qewlikê xwe jî bi xwe re bibim. Lê ji ber min gilî kir, dest nedan qewlikê min. Tiştên di mewzûatê de tune ne jî qedexe dikin."    GIRTIYAN KIR KU RÊVEBERÎ BI PAŞ VE GAV BAVÊJE    Bek, bi bîr xist ku di 5'Ê Cotmehê de 33 girtiyên jimariya li ser piyan qebûl nekirin hatin derbkirin û wan xistin odeyên bisînger. Bek, destnîşan kir ku girtî li hemberî jimariya li ser piyan li ber xwe dane û got: "Girtî derb kirin û ew xistin odeyên bisînger. Lê ji ber girtî ji a xwe daneketin, rêveberiya girtîgehê dev ji vê pêkanînê berda. Rêveberiya girtîgehê ji bo otorîteya xwe li ser girtiyan ferz bike, bi zext û zoriyê bi ser girtiyan de diçe."