‘Penaberên ber bi mirinê ve tên şandin' 2018-10-17 09:09:45 ÎZMÎR – Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, bal kişand ser penaberên ku li Egeyê dimirin û got: "Penaber ditirsin ku şûnde bên şandin, loma berê xwe didin rojavayê cîhanê. Ji bo penaber nemirin tenê tiştek heye; ew jî divê êdî bê qebûlkirin ew li Tirkiyeyê dijîn."  Çend roj berê li navçeya Karabûrnê keştiyek noq bû û li navçeya Menderesê jî qamyona ku penaber tê de bûn qulibî û gelek penebare mirin. Di nav hefteyekê de 56 penaber mirin û 13 jê jî birîndar bûn. Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn bal kişand ser van bûyeran û polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê penaberan de rexne kir.    ‘NIFŞEK LI VIR ÇÊBÛ'    Şahîn, anî ziman ku ji ber penaber ditirsin dê bên şandin, xwe li behran dixin. Şahîn, bi bîr xist ku sedama mirina penaberan, polîtîkayên Tirkiye û Ewropayê ne. Şahîn got: "Piraniya penaberan difikirin ku êdî li Tirkiyeyê bijîn. Penaberên sûriyeyî ji axa xwe bûn. Hîn jî li Sûriyeyê şer heye. Bû 7 sal. Êdî nifşek li vira mezin bû. Ji ber ku hikûmeta heyî dibêje 'Bi taybetî jî ez ê nehêlim li başûrê Tirkiyeyê şirîdeke terorê çêbibe' bû sedam zêdebûna êrîşan. Cihên wekî Efrînê ketin destê hêzên muxalif ên di bin banê Tirkiyeyê de. Tirkiye dixwaze herêmeke tamponî ku ji erebên Sûriye û Iraqê pêk tê çêbike. Bi taybetî jî li ser esasên dildariyê hin penaberên Tirkiyeyê hatin şandin."    ‘MIROVAN BER BI MIRINÊ VE DIŞÎNIN'    Şahîn, bi bîr xist ku penaber bêyî ku ewlehiyeke wan hebe bi erzanî tên xebitandin û got: "Penaber nikarin li Tirkiyeyê ji bo pêşerojê jiyaneke bi ewle ji xwe re ava bikin. Lê ji mecbûrî ji xwe re xeyal dikin da ku ji vê yekê xelas bibin. Ji ber ku nikarin bi rêyên legal biçin Ewropayê, di nav destê bazirganên mirovan de ber bi mirinê ve tên şandin. Mixabin dema mesele penaber bin, sazî û rayedarên dewletê bê dilê xwe tev digerin. Li taxan penaber tên lînçkirin. Dosyeyên der barê êrîşên li hemberî penaberan de bi piranî wekî dosyeyên kiryar nediyar tên girtin. Piraniya qaçaxan nayên girtin. Ên tên girtin jî bi şertê venêrîna edlî tên berdan."    ‘DIVÊ MAFÊN WAN BÊN DAYÎN'    Şahîn, diyar kir ku divê mafên penaberan bê dayîn û got: "Divê statuya penaberiyê bidin kesên ji ber şer reviyane. Ev mirov ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Kî bixwaze divê welatîbûyînê bidinê. Tirkiye wekî hêza kar a erzan nêzî penaberan dibe. Divê herkes der barê penaberên Sûriyeyê de tev bigere. Penaber ditirsin bên şandin, loma berê xwe didin rojavayê cîhanê. Divê li van mirovan hêviya ku li Tirkiyeyê ji bo pêşerojê karibin ji xwe re jiyanekê ava bikin peyda bibe. Lê kesên li Tirkiyeyê ev hêvî li wan peyda nabe, ber bi mirinê ve tên şandin. Ji bo penaber nemirin tenê tiştek heye; ew jî divê êdî bê qebûlkirin ew li Tirkiyeyê dijîn."    MA / Ruken Demir