Serlêdana parêzerên Ocalan a cara 755’emîn hat redkirin 2018-10-16 17:14:21   STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin hevdîtina mûwekîlên xwe cara 755’emîn hat redkirin.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Sînan Zîncîr ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 755’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serlêdana parêzeran hat redkirin.      Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên ‘rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabe ye’ û ‘OHAL’ serlêdanên parêzeran red dike.