Doza rojnameger Meşale Tolu hat dîtin 2018-10-16 16:45:06   STENBOL – Danişina doza 27 kesên ku di navde rojnameger û nûçegîhana ETHA Meşale Tolu û siyasetmedarên ESP’ê jî hene, hat dîtin. Di danişînê de biryar hat dayîn ku ESP partiya siyasî ye ya na ji Dadgeha bilind bê pirsîn.    Danişina doza 27 kesên di navde rojnameger û nûçegîhana Ajansa Nuçeyan a Etkin (ETHA)  Meşale Tolu û endamên Partiya Bindestên Sosyalist (ESP) jî heye li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Tolu û parêzerên xwe amade bûn. Wekîlê partiya Çep a Keskan a Alman Margit Stumpp, Konsolosê Stenbolê yê Alman Reiffenstuel û heyeta ji Konsolosa Stenbolê ya Alman jî gelek kesên din doz şopandin. Pişti danişina dozê dest pê kir, serokê dadgehê diyar kir ku wan îfadeya şahide nepen Deniz Gulhan girtiye û bersîvek şênber nedaye wan. Piştre Endamê Meclîsa ESP'ê Ali Aykul parastin kir û diyar kir ku ji ber tev li bîranîna Ivana Hoffmann ê sosyalist e bû dê darizandin. Aykul, da zanîn ku Hoffmann li dijî DAIŞ'ê şer kir û jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Ez ji ber fikrên xweyên mirovî tev li cenaze bûm. Erkan Altun jî dema li dijî DAŞ'ê şer kir jiyana xwe ji dest da. Ez li ser banga HDK'ê beşdarî merasima li Cemxaneyê bûm. Merasima li cemxaneyê jî merasimek olî ye., Ji ber ku min Sinan nas kir tev li danişîne bûm.    TOLU XWEST QEDEXEYA JI SER HEVJÎNÊ WÊ RABE    Nûçegîhana ETHA Meşale Tolu jî diyar kir ku 8 mehan li gel zaroka xwe girtî ma û 8 mehin bi kontrola edlî tê darizandin. Tolu, anî ziman ku qedexeya dervê welat a ji ser wê rabû, lê hêj qedexe ji ser hevjînê wê ranebûye û xwest qedexeya ji ser hevjînê wê jî rabe.    Parêzer Ercan Kanar, jî diar kir ku Keşd Brunson ji ber şahide nepen dihat darizandin û serbest hat berdan û xwest ev minak esas bê girtin. Prz. Gulhan Kaya jî bal kişand ser bê hiqûqiya dosyayê û nakokiyan.  Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da û qedexeya li ser endamê MYK'ê yê ESP'ê Suat Çorlu û nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelik rakir. Heyetê xwest ji dadgeha bilind bipirsin ku ESP partiya siyasî ye na.    Heyetê xwest şahidê nepen dîsa bê guhdar kirin û danişîn taloqî 10'ê çileya 2019’an kir.