Temellî li Colemêrgê ye: Em ê bi hevre vê tabloyê biguherîn in 2018-10-16 14:30:44   COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li ber Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayînê wê hat kirin daxuyanî da. Temellî, bal kişand ser astengiyên li ber şaredariyê û got: “Pir hindik ma, li ber xwe bidin, em ê bi hevre vê tabloyê bigûherînin.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî û şandeya pê re, li Colemêrgê çûn serdana gel û esnafan. Temellî di ketina bajêr de, ji aliyê bi sedan kesan ve hat pêşwazîkirin û bi konvoyek mezin re derbasî bajêr bû. Temellî yê rastî heskirin û keyfxweşiya gel hat, li avahiya partiyê bi gel re kom bûn. Temellî û şandeya pêre dûre çûn serdana esnafan.    ‘EM GELIN’   Di dema serdanê de esnafekê ji Temellî re got ‘Gel bi tenê nehêlin. Pêwîstî bi xebatek çawan dibe, wê bikin.” Welatiyek din jî ji Temellî xwest ku bêtirs bixebitin û got: “Em gelekin. Em gelekê ku 27 mîlyon kesin. Em ji kesekê natirsin. Ev partî qanûniye û ne qedexekiriye.” Gelek esnafên din ku xwestin ku Temellî tim bê bajêr û wan bi tenê nehêlin.    TEMELLÎ: LI BER XWE BIDIN VAYA HINDIK MA   Temellî, li ber Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayînê wê hat kirin, daxuyaniyek kurt da û wiha bilêv kir: “Hûn ablukeya polîsan a li ber şaredariyê dibîn in. Vaye hûn li ber şaredariyê kesên bi çek dibînin. Di şaredariyan de vê yekê ji bo gel rewa dibînin. Di vi ya bû li vê derê, kesên ji aliyê gel ve hatibûn hilbijartin, gel pêşwazî bikin. Lê niha gel nikare bikeve van şaredariyan. Ji ber ku li ber derî erkdarên ewlekariyê yên bi çek hene. Şaredarî hatine dagirkirin. Tişta em dixwazin bêjin, ji xwe ev tabloye. Vaye wêneyê wê  li ber çavê me zindiye. Hindik ma, li ber xwe bidin. Heya 5 mehên din emê bi hevre vê tabloyê biguherîn in.”    Temellî û şandeya pê re, dûre derbasî navçeya Geverê bûn.