TSK, Efrînê ji Rojava de dorpêç dike 2017-10-25 12:25:46 EFRÎN - TSK ku bi armanca herêma bê şer ava bike ket sînorê Idlibê, ji milê Rojava yê Efrînê ve dora Efrînê dorpêç dike.  Pişti Tirkiye, Rûsya û Îranê li Paytexê Kazakistanê Astanayê civîn pêk anî, li herêma Idlibê "Qada 4'emîn a bêşer" ilan kirin. Piştî civîn û peymanê Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) di navçeya Reyhanli ya Hayatê re ketin Idliba Sûriyeyê. TSK, ku ket axa Idlibê, li milê Rojava yê Efrînê bi cih dibe û hewl dide ku Efrînê ji milê Rova ve dorpêç bike. Hat zanin ku li gelek nokteyên sînorê Rojava yê Efrînê bi cih bûye û kozikan ava dike. Her çend hat diyar kirin ku Tirkiye dê têkeve nava bajarê Idlibê û hêza Rûsya têkeve nava herêma çoltar û bejahiyê jî tê dîtin ku Piştî komên Mertalên Firatê ketin Bakurê Idlibê niha jî TSK dikevin rojavayên Efrînê. Hat diyar kirin ku TSK, ketiye nava axa Rojavayê Efrînê û li bajarokên Atme û Darit Îze bi cih bûne. Hat zanîn ku li Herêma Darit Îze kozik tên kolandin û TSK di kozikan de bi cih dibe. Hat zanîn ku TSK'ê Darît Îze û Atme kirine biryargeha leşkerî.    Hat destnişan kirin ku li ser peymanê li ser peymana bi Tahrir El Şam (El Nusra) re çêkirine hita niha şer nekirine. Li gorî peymanê TSK dê li sînorê Rojavayê Efrinê bi cih bibe. Li wargehên din ên Idlibê jî Heyet Tahrir El Şam dê hebûna xwe berdewam bike. Hêzên TSK'ê yên li Atme û Darit Îze bi cih bû ber bi Çiyayê Bereketê ve pêşve diçe.    Di malpera înternetê ya El Nusra de hat dîtin ku 80 leşkerên Tirk, ji gundê Keferlusinê ber bi axa Sûriyeyê ve diçin. Berpirsiyarê Heyet Tahrir Şam ê leşkerî Huzeyfe Et-Tahir ku li Helebê bi cih bûne, wiha got: "Konvoy ji milê Rojava yê Halepê ber bi Galê ve çûn û li herêma Semên a kozikên PKK/YPG'ê lê hene dest bi çavdêriyê kirin.  El Nusra jî daxuyand û wiha got: "Hefteya borî 100 leşkerên tirk, ketin herêmên hatin azadkirin. Sedema vê yekê jî ji bo biçin çoltarên Rojavayê Helebê ku PKK/YPG gundê Salve ji bo xwe kirine wargeh. Dixwazin Wî gundî teslîm bigirin. Bi vî rengî TSK li dijî PKK/YPG du nokteyên nobetê avakirine."