Bajarê ji tarîtiyê ber bi roniyê ve diçe: Reqa 2018-10-16 13:21:21   REQA – DAIŞ’ê bajarê Reqa dagir kiribû û bi vê dagirkeriya xwe re jî bajarê qedîm tarî kiribû. Par vê çaxê Reqa bi pêşengiya YPJ’ê hat azadkirin. Bajar roj bi roj ronî dibe û pergala xwe dide rûniştandin.    DAIŞ’ê piştî dagirkirina bajarê Musila Iraqê ya di hezîrana 2014’an de dagir kir, bi çekê giran berê xwe da bajarê Reqaya Sûriyeyê û vê derê jî dagir kir. DAIŞ’ê piştî van her du bajarên şaristaniya qedîm dagir kir xist bin tarîtiya selefi. DAIŞ’ê di ser Reqayê de di îlona 2014’an de bi sê milan ve êrîşî Kobanê kir. Lê DAIŞ rastî berxwedana hêzên YPJ û YPG’ê ya ku mînakên wê li dinyayê kêm in hat. DAIŞ’ê têkçûna xwe ewil ji Kobanê xwar û piştî vê berxwedanê cihê ku dagir kiribû yek bi yek winda kir. DAIŞ a ku Reqa kiribû paytexta xwe wek bargehek navendî bikar dainî.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), li dijî tirs û xofa DAIŞ’ê ya dagirkirina Reqayê di 6’ê Hezîrana 2017’an de pêngava rizgarkirina bajêr da destpêkirin. Piştî şerê ango berxwedana 5 mehan bajêr hat azadkirin.    SERKEFTINA REQAYÊ JI DINYAYÊ RE RAGIHANDIBÛN    Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li dijî tarîtî û dagirkirina DAIŞ’ê di refên herî pêş de li ber xwe dan û dixwestin bajar bi pêşengiya wan bê azadkirin. Bajarê ku DAIŞ’ê wek cihê kuştin, hovîtî, bidervekirin, şewitandin, firotina jinan û hemû rêbazên xerabiyê dida nasîn di 19’ê cotmeha 2014’an de hat rizgarkirin. YPJ vê roja rizgariyê li Qada El Neîm ji dinyayê re daxuyand û li dijî tarîtiyê serkeftina xwe îlan kir.    Rizgarkirina Reqa ya ji DAIŞ’ê salek li pey xwe dihêle. Bajarê Reqayê 200 kîlomîtro dûrî Helebê ye û tê gotin milyonek mirov lê dijî. Ji sala 2014’an ve trajediyek mezin bi serê Reqayê ve hat û şahidiya hovîtiya DAIŞ’ê kir.    RÊVEBERIYA BAJÊR    Piştî bajê hat azadkirin di demek kin de dewrî Meclîsa Sivîl hat kirin. Meclîs bi 60 endaman hat avakirin û niha hejmara wan gihîştiye 200 kesan. Kurd, ereb, ermen, trikmen û suryanî di nav meclîsê de cihê xwe digirin. Hevserokên Meclîsê jî yek jê ereb e û yek jî jê kurd e. Meclîs ji bajêr bigire heta gundan xebatên rêxistinê birêve dibe. Li gellek deveran nûnertiya xwe vekiriye û komunan ava dike. Meclîs xwe ji bo salvegera rizgarkirinê amade dike. Bi wesîleya salvegerê dê pîrozbahî bên lidarixstin û xebatên bênavber tên kirin.     JIYANE ROJANE    DAIŞ’ê bajêr wêran kiribû. Piştî azadkirinê bajêr roj bi roj bi ser xwe ve tê û şopên rûxandinê tên paqijkirin. Welatiyên Reqayê carek din vedigerin bajarên xwe. Qelebalixiya herî zêde ya li taxên şerên dijwar lê diqewime niha hemû balê dide ser xwe. Li sûkê û dikanan çûnehata mirovan heye. Makîneyên kar 24 saetan li bajêr dixebitin. Pirên Mansura û Korniş ên li ser Çemê Firatê ku li başûrê bajêr dikeve tên çêkirin. Mirov hêj bi qeyik û keştiyên bar ji hember diçe hember. Xebatên binesaziyê bênavber ji aliyê Şaredariya Gel a Reqayê ve tên çêkirin. Li gellek taxan jî hêj lêgerîna mayînan û paqijiyê tê kirin. Şûngehên dîrokî yek bi yek tên restore kirin û hildane bin parastinê.    EWLEHÎ   Ewlehiya derveyî bajêr ji aliyê HSD’ê ve tê kontrolkirin. Ewlehiya hundirê bajêr jî ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parasitan Jin (HPJ) ve tê girtin. Ji ber çûnehata zêde ya bajêr polîsên trafîkê sererastkirinê pêk tînin. Bi taybetî jî bi şevê tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de tên girtin.    PERWERDE Û TENDURISTΠ   Li bajêr pergala tenduristî û perwerdehiyê jê tê rûniştandin. Di serdema dagirkirinê de hemû dibistan veguherandibûn baregehên eskerî. Bi azadkirina bajêr re zarokan dest bi dibistanên xwe kirin. Heta îro nêzî 60 dibistanan hatin vekirin. Zarok bi zimanên xwe yên dayikê perwerde dibînin. Di warê tenduristiyê de jî meclîs û şaredarî xebatên xwe didomînin. Heta niha 10 nexweşxane hatin vekirin û gellek nokteyên tenduristiyê hatin avakirin. Bijîşkên ji Reqayê û bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor bi şev û roj li ser peywîrê ne û dixebitin.    MA / Nazim Daştan