Li Lîcê muxtarek hat girtin 2018-10-16 12:17:15   AMED - Muxtarê Taxa Karahasan ê navçeya Lîcê Hanîfî Gulen, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala muxtarê Taxa Karahasan a navçeya Lîcê ya Amedê Hanîfî Gulen de girtin. Polîsan bi balyozan deriyê mala Gulen şikandin, li malê lêgerîn pêk anîn û binçav kirin. Gulen ê birin Midûriyeta Polîsan a Lîcê, dûre anîn Midûriyeta Polîsan a Amedê. Derbarê binçavkirina Gulen de tu agahî nehatin girtin.