Parêzerên Ocalan cara 755’an serî dozgeriya Bûrsayê dan 2018-10-16 11:55:23   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muvekkîlê xwe Ocalan re hevditin bikin cara 755'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol  û Sînan Zîncîr bi armanca bi muvekkîlê xwe hevdîtin bikin cara 755'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 754 caran serî li Serdozgeriya Bûrsayê dan. Lê serdozgeriyê her dem bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “koster xera ye", “koster li tamîrê ye" “OHAL heye” û herî dawî bi hinceta "Rastî cezayê dîsîplînê hatiye" serlêdana parêzeran red kirin. Ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin.