Cenazeyê Îbrahim Durgun 3 meh şûnde dan malbatê 2018-10-16 11:19:47   EDENE - Cenazeyê Îbrahîm Durgun ê li Çiyayê Amanosê di êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest dabû 3 meh şûnde teslîmî malbata wî kirin.    Li Çiyayê Amanosê yê navbera Osmaniye û Hatayê di êrişa SÎHA ya 11'e Tîrmehê de endamê HPG'ê Halîl Dûrgun ligel 12 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber ku cenazeyê endamê HPG'ê Îbrahim Durgun perçe bûbû malbatê nas nekiribû. Malbatê ji bo cenaze bigirin mînaka xwînê dabûn Saziya Tipa Edlî. Piştî testa DNA malbatê diyar bû, malbatê duh cenazeyê kurê xwe Îbrahîm wergirtin. Rayedarên ATK'ê ya Edeneyê diyar kirin ku heta dayika wî ya mînaka xwînê daye neyê dê cenaze nedin û ewil cenaze nedan malbatê. Piştî dayika Îbrahîm Durgun çû ATK'ê, rayedarên ATK'ê cenaze da malbatê. Li bendê ye ku malbat cenazeyê Durgun li Goristana Guneykent a Mêrsînê defin bikin.