Serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin 2018-10-16 10:24:48   ENQERE - Polîsan hemwext bi ser malên rêvber û avahiyên Şaxên Halkevlerî yên Enqerê de girtin û serokên 4 şaxên Halkevlerî binçav kirin.    Polîsan di saetên serê sibê de hemwext bi ser malên rêveber û Şaxên Halkevlerî yên Enqerê de girtin. Li malên serokên şaxên Halkevlerî Eryaman, Keçîoren, Tûzlûçayir, Mûtlû û Îlker lêgerîn pêk hat û serokên 4 şaxên Halkevlerî hatin binçavkirin. Di çarçoveya operayonê de li Şaxên Halkevlerî yên Mûtlû, Tûzlûçayir, Keçîoren û Eryaman lêgerîn pêk hat. Di serdegirtinê de Serokê Şaxa Eryaman Şenay Yilmaz Guner, Seroka Şaxa Tûzlûçayir Dîlara Doganbas, Seroka Şaxa Keçîoren Kiymet Şebnem Yar û Seroka Şaxa Mûtlû Seher Gumuşay hatin binçavkirin.    ‘EMÊ WE DÎSAN ACIZ BIKIN’    Hat diyar kirin ku derbarê lêpirsînê de agahî ji bo parêzerên Halkevlerî nehatiye dayîn. Halkevlerî di daxuyaniya da de wiha got: “Ev lêpirsîn li dijî nasnameya mûxalîf a Halkevleriye. Ji ber têkoşîna me ya bê navber, ev lêpirsîn dan destpêkirin. Dixwazin fatûreya krîzê bi gel bidin dayîn. Ji ber ku em li dijî vê derdikevin, dixwazin me  bêdeng bikin. Ji bo ku hesap nedin, dixwazin Halkevlerî bêdeng bikin. Lê emê wan dîsan acizî bikin. Hûnê nekarin têkolîna Halkevlerî bêdeng bikin.”