Esnafên Tûzla: Bi zeman zilmê dikin 2018-10-16 10:02:08 STENBOL - Esnafên Tûzla yên ji ber krîza aborî karkerên li gel xwe ji kar derxistin, hevjîn û zarokên xwe li gel xwe didin xebitandin, diyar kirin ku divê zem bibe wesîleya hişyarbûna gel û gotin: “Dewlet bi zeman zilmê li me dike.”  Esnaf ji ber krîza aborî û zeman yek bi yek deriyên dikanên xwe digirin. Esnafên êdî nikarin li hemberî krîza heyî li ber xwe bidin, karkerên li gel xwe ji kar derdixin, hevjîn û zarokên xwe li gel xwe didin xebitandin.  Esnafên destpêkê yên deriyê dikanên xwe girtin, ji ber zemên ceyran û gaza xwezayî nikarin fatûreyê dikanên xwe bidin. Esnafên Taxa Aydinli ya navçeya Tûzla yên ji vê rewşê bi gazincin, nema dizanin çibikin.    ‘EM NIKARIN KIRÊ BIDIN’   Aydin Kilinç ê xwediyê loqentê, diyar kir ku 20 salin dikandariyê dike û  wiha axivî: “Em di demek zor re derbas dibin. Ligel ku em dikandarin jî, em nikarin kirêya mala xwe bidin. Alavên ku me berî Cejna Qûrbanê kirin, ji niha pir pir erzantir bûn. Kîloya firîngiyan wê demê 2 TL bû, niha bûye 8 TL.” Kiliç fatûreyên loqenteya xwe yên  li ser hev kom bûyîn nîşan dan û wiha got: “Me berê kîloyek birinç bi 3.20 TL dikirî, lê niha em bi 8.75 TL’an dikirin. Ji bo ceyran, gaza xwezayî û kirê zem kirin. Ez mereq dikin ku mirov çawan debara xwe dikin. Ez nikarim debara xwe bikim. Êdî zarok û hevjîna min tên gel min dixebitin.”   ‘TIŞTÊN TÊN JIYÎN ZILME’   Kiliç, da zanîn ku dinava sê mehên çûyî de zirara wî dîtî, pir zêde û wiha bilêv kir: “Min tenê dinava vê mehî de 15 hezar TL zirar kir. Ma ev dewlet ne dewleta min e? Gel dewleta welatiyek dine? An em ne welatiyên vî welatî ne? Ger bê xwestin emê canê xwe ji bo vî welatî bidin. Lê niha tişta bi serê me tînin, zilme. Zilmê li me dikin. Ji serê sibê heya êvarî em dinava civakê dene. Derûniya civakê êdî xerab bûye. Niha em bi aqlê selim tiştekê nakin. Ji ber ku aqil nemaye. Ez pêkhênanên hikûmetê rexne dikim. Parkan, rêyan û qadên seyranan çêdikin. Dema pere di berîkan de tune be mirov parkan jî çênake. Ez dibêjim, berî her tiştî weke mirovan, nêzî mirovan bibin. Ji bo mirov weke mirovan bijîn, projeyên piştgiriyê bi cih bînin. Lê wisan nîne. Ev mirov hemû bê pere, tî û birçîne. Hemû ciwanên me ji bê karî mehf bûn. Di vê dema teng de li şûna çêkirina rê û parkan, bil anan bidin mirovan û zikê wan tije bikin. Bila qadên kar ji bo me vekin.”    ‘DIVÊ ZAM BIBIN WESÎLEYA HIŞYARBÛNA CIVAKÊ’   Dikanar Altan Engîndenîz, Mahmût Çîdemlî û Baran Karataş jî, dan zanîn ku civaka wan ji krîza aborî bi bandor dibe û wiha gotin: “Bi polîtîkayên mijara rahîb me dixapînin. Bi vê dixwazin li ser krîza aborî bigirin. Divê zam bibin wesîleya hişyarbûna civakê. Dibin navê fatûreyan de, kes nizane ev pere ji kî re diçin.  Ger dewlet dewlet be, wê demê divê erka xwe bîne cih. Dê wisan ne formalîte be. Divê rewşa karker û kedkaran fêm bike. Dewlet û zilamên kardêr ên li ser serê me pereyan ji xwe re dibin. Ji bo vê em jî xizan dibin. Ji xwe dikandarên biçûk êdî kar nakin.”    MA / Servet Karaduman