Guney: Divê têkoşînek bi giştî li dijî faşîzma civakî bê dayîn 2018-10-16 09:55:08   EDENE – Prof. Dr. Atîlla Guney, diyar kir ku pêşketinên civakî, siyasî û aborî êdî "yek mirov" derbas kiriye û li holê faşîzma civakî ya bi sermaye, burokrasî û siyasetvanan re dest daye hev heye. Guney xwest bi faşîzma bûye civakî re bi hevre têkoşînek giştî bidin meşandin. Guney, da zanîn ku li dijî faşîzma civakî ku tê xwestin bê avakirin tenê Tevgera Azadiya Kurd heye.    Hindekarê Zanyariyên Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Mêrsîne Prof. Dr. Atîlla Guney, polîtikayên rejîma siyasî, helwesta îktidara AKP’ê ya li dijî mûxalifan û sekna li dijî HDP'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şirove kir.  Guney, diyar kir ku hiqûq rewşa zagonî ya siyaseta ku bi teşe bûye ye û wiha got: "Ji ber vê yekê Rejîma Serokatiyê ku bi referandumê ket meriyetê, tenê wateya îlankirina fîîlî ye. Demek dirêj e pergala otoriter û siyaseta faşist ku dihat meşandin bi vê wesîleyê bi awayekî hiqûqî di nava zagonan de cih girt. Bi vi rengî demokrasiya heyî jî ji holê hat rakirin. Di Hezîrana 2015'an de hilbijartin pêk hat û ev hilbijartin nehat qebûlkirin. Li pey wê di mijdara 2015'an de dubare hilbijartin pêk anîn. Di rêveberiyên herêmî de jî şaredariyên ku Qeyûm tayîn kirine û HDP wan dubare qezenç bike ji niha de gefa qeyûm tayîn bike dike. AKP ji bo rêxistinên sûc li ser bingeha xwe konsolide bike her tiştî dike."      FAŞÎZM CIVAKÎ KIRIN   Guney, da zanîn ku êdî rewşa Otoriter li bingehê jî belav bûye û wiha axivî: "Ji bo mirov bingeha siyaseta li Tirkiye fam bike, divê mirov rewşa bingeha wê ya civakî baş analîz bike. Li nûşa em dibêjin rejîma yek mirov, divê em bêjin faşîzma civakî bêtir dicih de ye. Faşizm, ne tenê rejîma siyasî ya ku otoriteya îktîdarnê ye. Ger ku eniyek li dijî faşismê neyê avakirin dê pêşeroja welat bibe welatekî bê siyaset û êdî nikaribe xwe bi rêve bibe. Faşîzma Civakî HDP'ê ji bo xwe asteng dibîne. Ji ber vê yekê li dijî HDP'ê operasyonên binçavkirin û girtinê zêde dike. Ger ku em naveroka faşîzma civakî baş fam bikin em dê zanibin çima li dijî siyasetmedarê kurd, aktîvîstên tevgera azadiyê û saziyên civakî van operasyonan pêk tîne."     LI DIJÎ FAŞÎZMÊ TENÊ HÊZA MUXALÎF TEVGERA AZADIYÊ YE   Prof. Guney, da zanîn ku li dijî meclîsê, rêxistina bi rewşenbir, entelektuel û kadroyên mîlîtan, tenê hêza muxalif Tevgera Azadiya Kurd e û wiha berdewam kir: "Têkoşina Azadiyê ya Kurd îro muxalefeta herî bi hêz li dijî faşizmê li ber xwe dide ye. Îktîdarê meclîs, hilbijartin û partiyên siyasî êdî bê wate kirine. Dixwaze faşizmê mayinde bike. Li dijî vê yekê tenê Tevgera Azadiya Kurd heye. Bloka Îktîdarê hewl dide HDP'ê ji holê rake. Ev ji bo wê mijara hebûn û tunebûnê ye. Di vê rejîma nû de partiyan wateya xwe winda kiriye. Tenê wekî partî HDP li hemberî wê radiweste. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe êrîşî endam, rêveber û kadroyên HDP'ê dike. "    HDP, PARTIYA GEL E    Guney, herî dawî da zanîn ku ji ber ku HDP ne partiyek klasik e û HDP, partiya tevgera gel e êrîşan zêde dikin û wiha bi dawî kir: "HDP, ruyê qada siyasî yê Tevgera Azadiya Kurd e. Ji bo faşistan rakirina vî rûyî meseleya hebûn û tunebûnê ye. Bi taybetî piştî hilbijartina Hezîrana 2015'an HDP'ê dengekî gelek zêde ku ew şaş kirin stend. Êrîşên li dijî rêxistinên bajar û navçeyan ên Rojavayên Tirkiye encama vê tirsê ye. Tayînkirina qeyûm ya şaredariyan û beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî gefên ku dixwe encama vê tirsê ye. Sedema van operasyonan dixwazin HDP'ê û gelê kurd û tevgera azadiyê ji hev qut bike. Divê li dijî vê yekê divê têkoşinek giştî ya gelemberî bê dayîn. Ji bo tekoşînek demokratîk li Tirkiye pêş bikeve, divê ev rewş rast û baş bê analîzkirin. Pêwist nîne em xwe bi gotina rejîma yek mirov mijûl bikin. Divê em rejîma yek mirov dînin aliyekî û em faşîzma civakî baş analîz ikin û li dorî vê yekê têkoşînek hevpar a giştî bidin meşandin. Tivê têkoşîn bi giştî bê dayîn."    MA / Cemîl Ugur