Kedkarên tenduristiyê: Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin 2018-10-16 09:08:51 STENBOL - TTB bi dirûşmeya "Em di Tenduristiyê de Qanûna Şidetê Dixwazin" çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiyên hatin destpêkirin hefteyeke didomin. Kedkarên tenduristiyê yên tev li nobedê bûn gotin: "Bêyî şik û guman em dixwazin karê xwe bikin. Divê demildest hikûmet ji bo vê yekê tevdîran bigire."  Ji bo dawî li şideta ku li xebatkarên tenduristiyê tê kirin bê, Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bi dirûşmeya "Em di Tenduristiyê de Qanûna Şidetê Dixwazin" çalakî dabûn destpêkirin. Çalakiyên ku li gelek deveran hatin destpêkirin dê îro bi dawî bibin.   ‘QANÛN TENÊ BI KÊR NAYÊ'    Bijîşka teqawid Şennûr Kiliç ku li Kadikoyê tev li çalakiyên nobetê didbe, destnîşan kir ku her diçe şideta li hemberî xebatkarên tenduristiyê zêde dibe û ji ber vê yekê bi dehan hevalên wan mirine. Kiliç, diyar kir ku qanûna şidetê tenê bi kêr nayê û got: "Ji bo encameke baş bê girtin, divê hesasiyeta civakiyî zêde bibe."    ‘PÊDIVÎ BI GUHERÎNEKE TÊKÛZ HEYE'    Kiliç, bêengiya hikûmetê ya ji bo qanûnê jî rexne kir û got: "Bi rojan e em li vira ji bo daxwazeke mafdar nobedê digirin. Ev yek tenê ne ji bo jiyana me ye, daxwaza ji bo tenduristiya ruhî û bedenê ya civakê ye jî. Divê rayedar demildest gav bavêjin û pêşnûmaya ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk daye bikin qanûn." Her wiha Kiliç, diyar kir ku piştî qanûnê tişta divê bêkirin ew e ku tenduristî belaş be û ji bo vê jî pêdivî bi guherîneke têkûz heye.    'ŞIK Û GUMANÊ MIN HENE'    Vedat Yucel jî diyar kir ku ew li Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşayê tibê dixwîne û dema bibe bijîşk dê di vî warî de şik û gumanên wî hebin. Yucel, destnîşan kir ku divê di tenduristiyê de qanûna şidetê esas bê girtin û got: "Xwezî şert û mercên bûn sedema vê nobedê tune bûna. Li qanûnekê bifikirin ku ji ber şidet heye dibe rojev. Ev qanûn dê hem mafên nexweşan hem jî bijîşkan biparêze û loma divê civak ji bo qebûlkirina wê tev bigere."    ‘DIVÊ DEV JI POLÎTÎKAYÊN NEOLÎBERAL BÊ BERDAN'    Yucel got: "Em niha xwendekar in, lê dîsa jî şik û guman li me peyda dibin; sibê dema em bibin bijîşk em ê ji bo başbûna nexweş tev bigerin an em ê ji bo şik û gumanên der barê jiyana xwe de bigerin. Eger wisa be em ê nikarin enxweş baş bikin û tenê em ê bikevin etra şik û gumanên der barê jiyana xwe de. Ji bo tenduristî bi awayekî baş pêk bê, divê dev ji polîtîkayên neolîberal bê berdan û pergaleke civakiyî bê pêşxistin. DIvê ev qanûn bê qebûlkirin."    MA / Elif Çetiner – Servet Karaduman