Bav: Ji ber kurê min rastî îşkenceyê hat min kurê xwe nas nekir 2018-10-16 09:05:59 MÊRDÎN – Li Girtîgeha Ceyhanê, Muhemmet Ado îdia kir ku dest û lingê wî û hevalekî wî hatine kelemçekirin û hatine îşkencekirin. Bavê Ado, anî ziman ku ji ber kurê wî pir hatiye îşkencekirin, wî kurê xwe nas nekiriye.  Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhana Amedê, Muhemmet Ado di dema hevdîtina vekirî de binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji malbata xwe re got. Ado ku zêdetirî 2 sal in girtiye, îdia kir ku dest û lingên wî û hevalekî wî hatine kelemçekirin û hatine îşkencekirin.  Ahmet Ado, bavê Muhmmet Ado, anî ziman ku dema kurê wî li Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê dixwend hatiye girtin û got: "Bêbextiyek lê hat kirin û hat girtin. Polîsan sîxurtî lê ferz dikir. Lê ji ber qebûl nekir ew girtin. Kurê min got, girtiyên siyasî zêde tên îşkencekirin."    ‘JI BER ÎŞKENCEYÊ HER DERÊ WÎ REŞ BÛBÛ'    Bav Ado, anî ziman ku di hevdîtina vekirî de kurê wî jê re gotiye "Dest û lingên min û hevalekî min kelemçekirin û em îşkence kirin" û got: "Wexta min kurê xwe dît, min ew nas nekir. Her derê canê wî ji ber îşkenceyê reş bibû." Bav Ado, diyar kir ku ji ber kelemçeya di dest kurê wî zêde hatiye jidandin hindik mabûye destê kurê wî bişikê û got kurê wî gotiye: "Em di qawîşê de tiştekî nakin. Lê dema em bikin jî tên îşkencekirin. Hema bêje heroj îşkence heye. Êdî em hew îdare dikin. Kî dikare çi bike bila bike. Bila kes bêdeng nemîne. Kesên bêdeng bimînin hevkarê vê îşkenceyê ne."    'BILA KES BÊDENG NEMÎNE'    Ado, anî ziman ku eşyayê ku wî bi xwe re biriye girtîgehê jî nedane girtiyan û got: "Tiştên pêdiviya kurê min bi wan heye dibim girtîgehê. Lê belê îdareya girtîgehê nade wan. Di dema hevdîtinê de wekî me taciz bikin lêgerînê dikin. Divê demildest dawî li vê îşkenceyê bê. Bila kes bêdeng nemîne."    ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ ÎDIA RED KIRIN    Her wiha têkildarî mijarê em li rêveberiya girtîgehê geriyan, lê belê rêveberiyê anî ziman ku ev îdia ne rast û ew ê der barê vê tiştê de tiştekî nebêjin.    MA / Ahmet Kanbal