HDP: Di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhar kir? 2018-10-15 16:39:18   WAN - Parlanentera HDP'ê ya Wanê Muazzes Orhan bi boneya Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk bibersivîne pirsname da meclîsê. Orhan xwest Selçûk bi nivîskî pirsên wê bibersivîne. Orhan diyar kir ku di salek dawî de çend kesan ji ber krîza aborî întîhnar kiriye?      Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, bal kişand ser krîza aborî û betaliyê û wiha got: "Lîrayê Tirk li hemberî dowîz her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Ji ber krîza aborî krîn û firotinê dixe zorê. Ji ber vê yekê debar jî zahmet dibe. Ev dibe sedem ku bûyerên întîharê zêde bibe. Li gorî daneyên TUÎK'ê di 2018'an de enflasyon ji sedî 17,90'an derket ji sedî 24,52’an. Di meha îlonê de enflasyon ji sedî 6,30 zêde bû. Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor. Di 4 salên borî de zema  ceyranê û buhabûna dowîz, bi xwe re zexîre, cil û deman jî buha kir. Welatiyên li hemberî vê buhabûnê hatina wan jî kêm bûye êdî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bistînin. Gelek şîrketên bazirganiyê ji ber krîza aborî konkordato îlan kirin an jî iflas kirin. Dîsa ji ber krîza aborî bûyerên întîharê zêde bûne. Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin li Uşakê Mustafa Yilmaz ê 50 salî, li Kocaeliyê Îsmail Devrim ê 45 salî û rojên borî li Artêmêtan a Wanê Orhan Aldirma ê 53 salî ji ber nekaribû pêdiviyên malbatê bistîne întîhar kir. Ev rewş nayê qebûlkirin. Rewşa welat têde bêtir welatiyan dixe nava bê hêvî û xemsariyê. Li gorî vê yekê    Orhan ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn:    Ji ber krîza aborî di salek dawî de çend kargerî û şîrket hatin girtin? Bi girtina van şîrketan rêjeya betaliyê çiqas e? Piştî OHAL rabû, çend şîrketan xwest îflata xwe taloq bikin an jî îflas kirin? Ji ber krîza aborî di salek dawî de çend kesan întîhar kiriye. Ji ber krîza aborî tundî û êrîşa li dijî jinê çiqas zêde bûye? Ger ku zêde bûbe bandora wê li ser hev-berdan û kuştinê çiye?