Qarneya 18 salên CPT'yê ya li Îmraliyê! 2017-10-25 11:43:46 ENQERE - Raya giştî ya kurd û alîgirên demokrasiyê gelek caran ji bo CPT bê Îmraliyê ziyaret bike bang kirin. CPT, ji 99'an heta niha 7 caran Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kir. CPT'yê hêj rapora xwe ya sala 2016'an aşkera nekiriye û li hemberî banga gel bêdengiya xwe diparêze. Tirkiye heta niha pêşniyarên ku CPT kiribû û ji Tirkiye xwestibû jî hêj pêk neanîne.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 sal in, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê girtin. Fikarên der barê tenduristiya Ocalan de zêde dibin. Raya giştî ya kurd bang li Komîsyona Pêşî lê Girtina Pêkanînên Xirab û Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir. Lê CPT hêj bê deng e.   CPT'yê herî dawî bi heyeta ji 3 kesan pêk dihat re di navbera 28-29'ê Nîsana 2016'an de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kir. CPT'yê di navbera 29'ê Tebaxê-6'ê Îlona 2016'an û 10-24'ê Gulana 2017'an de Tirkiye ziyaret kir, lê neçû Girava Îmraliyê. Tenê rewşa Ocalan ji rayedarên tirk pirsîn.   Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di navbera 19'ê Tîrmehê û 26'ê Tîrmehê de cuda cuda serî li CPT'yê dabû û xwestibû bi lez û bez Girtîgeha Îmraliyê ziyaret bike.    CPT'yê ji sala 1999'an heta niha di serlêdanên xwe yên li Tirkiyeyê de, bi tevahî 20 ziyaret pêk anî û ji van 7 serlêdan di navbera salên 1999, 2001, 2003, 2007, 2010, 2013 û 2016'an de li Girtîgeha Îmraliyê pêk anî.   SERLÊDANA YEKEMÎN: TEVDÎRÊN EWLEHIYÊ GELEKÎ ŞIDIYAYÎ NE   Piştî Rêberê PKK'ê Ocalan anîn Tirkiyeyê, CPT'yê di serdana xwe ya yekemîn de raporek der barê Îmraliyê de amade kir û aşkera kir ku di şertên tecrîdê de, hevdîtinên malbat û parêzeran tên astengkirin û ev tişt hat gotin: "Ev şertên ku Ocalan tê de ye, di warê negatîfiyê de bandor kir... Divê beyî ku dereng bê xistin, hevdîtinên li kesên nêzî wî re bê lidarxistin. Di vê navberê de dê CPT ji bo hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re di nav hevdîtinan de be. Rayedarên tirk ên ku tevdîrên ewlehiya bilind girtine, zêdehî mafê girtî kêm dike û bandor dike. Divê di warê zîhnî de jî, şertên ku bandorê li ser girtî dikin bên başkirin. Guhertinên ku ji bo Ocalan hêj rihetî tev bigere bên sazkirin, dê zerarê nede ewlehiyê."   SERDANA DUYEMÎN: TECRÎDA HÊSTÎ BI TECRÎDA CIVAKÎ RE BÛYE YEK   Di serdana duyemîn a CPT'yê de rapora ku hat amadekirin, biryara doza Ocalan a li DMME'yê jî bû mijara gotinê. DMME'yê li gorî raporên CPT'yê ev tişt got: "...di heman demê de tecrîdeke hêstî bi tecrîda civakî re bûye yek bi girêdana vê re dê kesayetiyê birûxîne û dê vê rewşê ewlehî an jî hwd. tiştek mafdar dernexe, ev rewşeke derveyê mirovahiyê ye. Divê hikumeta Tirkiyeyê guh bide bangên CPT'yê."   SERDANA SÊYEMÎN: HEKE HEWA XIRAB BE ROJEK DIN HEVDÎTIN DIBE   Di nava hefteyê de Ocalan bi malbat û parêzeran re heftê 2 caran hevdîtin pêk tanî û piştî wê bi hincetên wekî "keştî xirabe ye", "hewa ne baş e", 3 mehan hevdîtinên ku dihatin astengkirin, CPT cara sêyemîn serdana xwe di navbera 16-17'ê Sibata 2003'yan de pêk anî. CPT'yê di navbereke wiha de rapora xwe aşkera kir û xwest îzolasyona li ser Ocalan bê bidawîkirin û da zanîn ku dê ev rew neyê qebûlkirin, der barê hincetên wekî "hewa xirabe ye" de jî "Dikare di nava hefteyê de rojekê hevdîtina bi parêzeran re pêk bê."   SERDANA ÇAREMÎN: DIVÊ ŞERT BÊN BAŞKIRIN Û TEDAWÎ BÊN KIRIN   Di meha adarê ya 2007'an de parêzerên Ocalanli ser tayên porên wî lêkolîn pêk anîn, piştrast kirin ku miwekîlê wan hatiye jehr kirin û bala her kesî vegeriya ser Ocalan û rewşa wî ya tenduristiyê. Ocalan ji parêzerên xwe xwest li dijî xetereya jehr kirinê serî li CPT û saziyên eleqedar bidin. CPT'yê hevdîtina xwe ya çaremîn di pêvajoyeke ew qas xeter de di navbera 19-22'yê Gulana 2007'an de bi Ocalan re pêk anîn.   CPT'yê piştî hevdîtin pêk anî, rapora ku amade kiribû aşkera kir. Di raporê de jî hat gotin ku ew gihiştine metalên giran ên jehrî û ev agahî hat parvekirin: "Divê demildest muayeneya guh, difin û qirikê ya Ocalan bê kirin. Rontgena sing bê kişandin. Kontrolên derûnî pêk bên. muayeneyên rojane hêj zêdetir û heman bijîşk pêk bîne. Divê di nava rojê de Ocalan qada di navbera odê û hucreyê de bigere. Divê qadeke ku bikaribe aktîvîteyên rojane bike bê avakirin. Divê televîzyonekî bikaribe dayne odeya xwe. Divê mehê carekê bikaribe bi malbata xwe re li dora maseyê rûnê; ji ber şert û mercên Girava Îmraliyê hevdîtinên ku ji ber derengmayînê betal dibin, ji bo yên nû derfet bê avakirin. Divê axaftina telefonê ya bi malbatê re destûr bê dayîn."   CPT'yê diyar kir ku şertên madî yên girtîgehê berî 4 salan çi be, di serdanên CPT'yê yên dawî de pêk anîne, di navbera wan de tu guhertin pêk nehatiye.   ZIYARETA 5'EMÎN: DIVÊ HUMMÊN TENDURISTIYÊ JI NÛVE BÊN NIRXANDIN   CPT, piştî 3 salan carek din çû Îmralî ziyaret kir. Di 26-27'ê Çileya 2010'an de heyet çû Îmraliyê. Rêberê PKK'ê Ocalan, piştî hevdîtina CPT'ê ya 2007'an li girtîgeha nû hatiye çêkirin bi cih kirin. 5 girtiyên siyasî şandin vê girtîgehê.    CPT'ê piştî ziyaretê rapor aşkere kir. Di raporê de diyar kir ku şertên Ocalan bêtir xera bûne. Ocalan got "Bila berhemên xwe bibînin û me nexapînin. Bila nekevin nava hewldanên xapandinê. Ez di 17'ê mijdarê de anîm vir. Ev darbe ye" Ocalan diyar kir ku hem pir biçûk e û hem jî nikare li wir hewê bistîne. Heyetê jî xwest Ocalan ji tîrêjê rojê û hewayê sûdê bistine. CPT di raporê de "Divê der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de hukmên tenduristiyê ji nûve pêk bîne. Ji ber nêşniyarên spesifik pêk neanine bi fikar e. Bijîşkên ku diçin ziyaret dikin divê hev bibînin. Hevnedîtina wan mirovan dixe nava fikarê. Bijîşk bi piranî pitî ziyaretê rapor dinivîsin û girtîgehê li gorî wê raporê araste dikin. Ev rewş mahremiyeta tibbî îhlal dike. CPT, pêşniyar dike ku hukmên tenduristiyê yên li Îmraliyê ji nûve di ber çavan re derbas bike. Divê der barê rewşa tibbî de ji bo her girtiyekî cuda cuda dosyayên berfireh amade bike.    Lê wê demê di medya îktîdarê de manşeta "Li Îmraliye tecrîd tune" hat serwîskirin. Parêzerên Ocalan diyar kirin ku strandartên Girtigeha Îmraliyê û Girtîgehên Tîpên F yên li Tirkiye ne yek in. Parêzeran xwest hikûmet têkildarî vê mijarê rapor amade bike û gavan bavêjin.    ZIYARETA 6'EMÎN: DIVÊ HEVDÎTINA PARÊZERAN PÊK BÊ   CPT, dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir, ziyareta 6'emîn a Îmraliyê pêk anî. Di 17'ê Çileya 2013'an de ziyaret pêk anî. CPT, têkildarî ziyaretê di 13'ê Adara 2014'an re rapor aşkere kir. Di raporê de got "Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk nîne. Ev yek wan bi kurahî dixe nava fikaran. Cezayê dîsîplînê yên dane Ocalan nayê qebûl kirin. Astengiya li pêş parêzeran di civîna asta bilind a di navbera CPT û rayedarên Tirk a mehen Sibat û Hezîrana 2012'an bû mijara sereke. Di civîna bi wezareta dadê re hat diyar kirin ku heta niha pêşniyara wan a parêzer biçin girtîgehê pêk nehatiye." CPT, da zanîn ku li gorî xala 3'an û xêza 27an a xala 10'an ji bo daxwazên parêzeran ên bi hevrîdina Îmraliyê re pek bîne bêyî dereng bihêle gavên pêwist bavêje.    ZIYARETA 7'AN: RAPOR AŞKERE NEKIRIN   CPT, di Nîsana 2016'an de Girtîgeha Îmraliyê ziyaret kir. Wê pêvajoyê şer dest pê kirbû û tecrîda li ser Ocalan giran bûbû. Ziyaret di bin şertên tecrîda giran a Îmraliyê de pêk anin. CPT, der barê ziyaretê de rapor aşkere nekir. CPT, piştî ziyaretê bi hevkariya welatê pêre raporê dişewîne. Piştî ziyareta dawî ya li Îmraliyê Tirkiye şerh danî ser raporê. Tê diyar kirin ku ji ber vê yekê rapor nehatiye aşkerekirin. CPT, pişytî ziyaretan 1-2 meh şûnde raporan aşkere dike.    CPT, pişti hewldana 15'ê Tîrmehê di 29'ê Tebax û  6'ê Îlona 2016'an de girtîgehên Tirkiye lêkolîn kirin. Lê neçû girtîgeha Îmraliyê ziyaret nekir. Lê diviya bû di Mijdara 2016'an de rapor aşkere kiribûya lê hat diyar kirin ku Tirkiye asteng kiriye. Serokê CPT'ê Mykola Gnatovskyy, li Strasbourgê diyar kir ku dê raporê aşkere nekin.    SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ ÎHD'ê ÎŞÇî: DIVÊ ZIYARET BIKIN Û RAPOR AŞKERE BIKIN   Sekreterê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Osman Îşçî jî helwesta heyeta CPT rexne kir û wiha got: "Divê her girtîyê li Tirkiye ji mafê xwe yên zagonî û huqûqê sûdê bigire. Divê karibe bi parêzer û malbatan re hevditin bikin. Divê karibin hevdîtina telefonê bikin. Divê Tirkiye fikarên CPT li ber çavan bigire. Divê CPT biçe Îmraliyê ziyaret bike û raporan bi raya giştî re parve bike. Ev hêza CPT heye. Ne aşkerekirina raporan binpêkirina peyman û zagonên navneteweyî ne. Divê teqez CPT raporên di destê xwe de bi lez aşkere bike. Divê bi lez heyet biçîne Îmraliyê û rewşa dawî bi raya giştî re parve bike."    LEBATA PARASTINA DERVÊ DARAZÊ: CPT   CPT, li gorî peymana PMME( Peymana Mafên Mirovan a Ewropa) a Konseya Ewropa ku di 1989'an de li gorî peymana "Astengkirin û rê li pêşiya îşkence û îhlalên li dijî mafên mirovan a Peymana Ewropa" ku Tirkiye jî îmze kiriye kar û bar dike.    CPT, ji bo parastina azadiya mafên mirovan û li diji pêkanînên xerab û îşkenceyê rola parastinê dilize. Lebata parastina dervê darazê û wekî alîgira daraza Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye. CPT, li hemû welatên Ewropa bi rêk û pêk ziyaretan dike. Der barê rewşa girtiyan û şertên wan de raporan amade dike û pêşniyaran dike.    MA / Deniz Nazlım