Wekila HDP'ê Guzel xwest meclîs êrîşa li dijî Amedsporê lêkolîn bike 2018-10-15 13:35:57   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî êrîşa li dijî Amedsporê ya li Sakarya pêk hat pêşniyarname da meclîsê û xwest meclîs der barê êrîşê de lêkolîn bikin.     Amedspor ku her dem bi cezayên Federasyona Futmolê ya Tirkiyeyê (TFF) dikeve rojevê, vê carê li Sakarya dema bi Sakaryaspor re lîst rastî êrîşê hat. Têkildarî êrîşa li dijî Amedsporê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, bal kişand ser êrîşa nijadperest a li dijî Amedsporê û ji meclîsê xwest lekolîn bikin. Di hefteya 7'an a Lîga 2. a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de roja 13'ê Cotmehê tîmên Amedspor û Sakaryaspor li Stadyûma Ataturk a Sakaryayê derketin hemberî hev. Beriya maçê bi qasî nîv saetê li stadyûmê strana "Olurum Turkiyem-Tirkiyeya min, ez li ser te dimirim" lêxistin.   Li ekranên mezin ên li stadyûmê jî dîmenên operasyonên leşkerî hatin nîşandan. Di wê kêliyê de alîgirên tîma Sakaryasporê êrîş birin ser kulûbeya Amedsporê. Tîm û alîgirên Sakaryasporê piştî maçê jî ketin odeya xweamadekirinê ya Amedsporê û êrîş birin ser lîstikvan û tîma teknîkî ya Amedsporê. Tîma Amedsporê êrîşa li wan hate kirin, bi rêya Twîtterê parve kir.