Bi îdîaya "Şoreşa pirteqalî" 4 sal 9 meh ceza hat dayîn 2017-10-25 11:35:29 ÎDIR - Hevserokê Rêxistina DBP’a Îdirê Ufuk Demîr ji ber parvekirinên medyaya civakî 4 sal 9 meh û 15 roja cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dadgehê bi hinceta, “Encama rûxandina hikûmetê mîna şoreşa Pirtoqalî bi encam kirin” ceza da Demîr. Têkildarî Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îdirê Ufuk Demîr ji ber parvekirinên medaya civakî bi îdîaya “Propagandeya Rêxistinê kiriye” doz hat vekirin û 4 sal 9 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat dayîn. Di doza li 1’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Îdirê hat dîtin de, hemû parvekirinê medyaya civakî yên  Demîr ên li ser facebookê sûc hatin dîtin.     BU RÊYA MEDYAYA CIKAVÎ 'ŞOREŞA PIRTEQALÎ’   Dadgehê îdîa kir ku, di hemû parvekirinên  Demîr de pesnê rêxist û endamên wê daye û ji yekê zêdetir ev parvekirin hene. Di berdewamiya biryara hincean dadgehê de wiha hat got: “Encama rûxandina hikûmetê, mîna şoreşa Pirtoqalî bi encam kirin.”   Di heman demê de dadgehê dimênên esîrên DaIŞ’ê yên di destên YPG û YPJ’ê de jî mîna sûc dît û stranên Demîr parvekirîn jî kir hinceta ceza bê dayîn. Demîr ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeha Îstînaf a Herêmî ya Erzirûmê da. Demîr di 17’ê Adara 2017’an de bi îdîaya “Propagandaya rêstinê kiriye” hat binçavkirin û girtin, lê piştî heftiyekê serbest hat berdan.