Serokê Baroya Amedê Aydin: Dem dema Baroya Amedê ye 2018-10-15 10:55:20   AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin ê nû hat hilbijartin ji bo kongreyek bê pirsgirêk derbas bû ji her kesî re spas kir û got: “Dem dema Baroya Amedê ye.”    Baroya Amedê Lîjneya Giştî ya 46’emîn di 13-14’ê cotmehê li dar xist. Di Lîjneya Giştî de hezar û 60 deng hatin bikaranîn. Parêzer Cîhan Aydin 503 deng bi dest xist û bi ferqa 188 dengan bû serokê nû yê baroyê. Namzetên din Nahît Eren 315, Sertaç Buluttekîn 147, Nevzat Kaya 86 û Cengîz Baysal 9 deng bi dest xistin.   ENDAMÊN DESTEYA RÊVEBERIYÊ   Parêzer Firat Uger, Muhlîs Ugurgul, Mehmet Akbaş, Habîbe Danişman Deyar, Ozgur Yilmaz Bîçen, Tevfîk Karahan, Kezîban Yilmaz, Omer Şaran ji bo Desteya Rêveberiya Baroya Amedê hatin bijartin, parêzer Mehmet Emîn Aktar, Serhat Eren, Abdulkadîr Guleç, Ahmet Ozmen, Bariş Yavuz jî ji bo Delegetiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ya Baroya Amedê, parêzer Sedat Yahşî, Sadik Başar Gur, Zuhal Işik, Serdar Ozer û Tuncay Erkuş ji bo Desteya Dîsîplînê ya Baroya Amedê, Seyît Riza Karakaş, Ahmet Ay û Nîgar Yildiz Atabay jî ji bo Desteya Kontrolê ya Baroya Amedê hatin hilbijartin.    5 JIN HATIN BIJARTIN    Ji 52 namzetên bo rêveberiyê, dîsîplîn û kontrolê ya Baroya Amedê ji 7 jinan 5 jin hatin bijartin. Ji 1927’an vir ve heta niha jinek nebûye seroka Baroya Amedê.   ‘NIHA DEMA BAROYA AMEDÊ YE’    Piştî hilbijartin bi encam bû Serokê Baroyê Cîhan Aydin ê nû hat bijartin daxuyaniyek kurt da û got: “Me hilbijartinek an go lîjneyek giştî ya bê pirsgirêk derbas kir. Ez malovaniya her kesî dikim. Dem dema Baroya Amedê ye.”