Derhêner Ergul: Li dijî talankirina Heskifê bêdeng nemînin 2018-10-15 09:04:29 ÊLIH - Warê dîrokî Heskif, ji ber bendava Ilısu û polîtîkayên hikûmeta  AKP'ê hem di bin avê de dimîne û hem jî li ber çavan talan û wêran dibe. Derhêner Alî Ergul, bêdengiya Baro û odeyên pîşeyî yên li herêmê rexne kir û wiha got: "Ger ku deng bilind bibe dikarin Heskif û Geliyê Dicle ji vê talankirinê rizgar bikin. An na em dê hemû êşa vê yekê bikişînin."  Li i Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan e û di bin Bendava Ilisûyê de dimîne, rûxandina berhemên dîrokî didome. Berhemên dîrokî yeko yeko tên veguhastin û li Arkeoparka ku 3 kîlometreyan dûrî navenda Heskîfê ye tên bicihkirin. Li wir Heskîfa nû tê avakirin. Ji ber vê yekê êdî turîstên biyanî naçin Heskîfê. Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Artûklûyê, Tekeya Îmam Abdullah jî hat veguhastin. Ji bo bendaveke temenê wê 50 sal in, bajarê dîrokî gav bi gav tê tunekirin. Heta niha li Heskîfê Tibeya Zeynel Beg, Hemam Artûklûyê û Tekeya Îmam Abdullah hatine veguhastin. Kar û barên veguhastina Mizgefta Siltan Sulêman û El-Rizq jî didomin.  Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi zinarên tên jêkirin, paralelî Çemê Dîcleyê setek tê çêkirin û dîwarên vê setê hindik maye bigihîje dîwarên kelehê.  Karên veguhastina ji bo mizgefta dîrokî Mizgefta Siltan Silêman ku di dema Eyyûbiyan de hatiye çêkirin jî didome. Kevirên minareyê yeko yeko hatin jêkirin û di dema veguhastinê de nehat hînbûn ku ka minare çiqas hatiye texrîbkirin. Di dema veguhastina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bibû. Dema karker li ser minareyê dixebitîn, dîmenên wan hat kişandin û di wan dîmenan de tê dîtin ku bi awayekî rasthatinî bi bivir û çakûçan çawa li minareyê dixin. Dê minareya Mizgefta El-Rizqê jî bi heman awayî bê veguhastin.    Derhênerê belgefilma “Dîroka Mirina Avê” Alî Ergul, li dijî hilweşandin û texrîbata Heskîfê baro û saziyên pişeyî û yên civakî hişyar kir û xwest denge xwe bilind bikin. Derhênerê belgefîlma “Dîroka Mirina Avê” Alî Ergul têkildarî diyar kir ku wî bi kêşandina fîlmê, armanca kir ku alîkariyek biçûk ji bo têkoşîna 30 salan tê dayîn bike. Ergul, diyar kir ku ji bo rizgarî û xelaskirina Heskefî têkoşîn bi dawî nebûye û ji hemû odeyên pîşeyîe û rêxistinên civakî xwest ku li hemberi vê talankirina dîrokê bêdeng nemînin. Ergul, anî ziman ku baroyên herêmê û saziyên pîşeyî li dijî talankirin û wêrankirina Geliyê Dîcle û Heskîfê bêdeng dimînin û piştî ku talan bû êdî dê nikaribin ji bin vê jan û êşê xwe xelas bikin.     Ergul, kesên ku diçin li wir wêneyan dikişinin û li ser hesabên xwe yên tekasesî û saziyan de parve dikin jî rexne kir û da zanîn ku êdî ev rêbaz Heskîf û dîrokê xelas nake. Ergul, anî ziman ku dîroka ku cihê xwe diguherîne zerarek gelek mezin dibîne û wiha got: "Di guhertina dîrokê de du zerarên mezin çê dibin. Yek jê berhem tên dizîn. Ya din berhem zerarek mezin dibînin. Di vî ali de divê baro bêdeng nemîne û têkeve nava tevgerê. Bi salan e dixwazin Çemê Dîcle bi benda Ilısu û HES'ê tune bikin. Ger ku ev çem zuha bibe dê yiyana ekolojîk ya li ser vî rûbarî tev tune bibe. Bi hezaran mirov ji bo rizgariya Heskifê têdikoşin. Heskîf û Dîcle bi tekoşîna hevpar u dengê bilind dikare rizgar bibe. Ev yek pêkan e. Ger ku Heskif di bin avê de bibîne, dê bi hezaran cureyên zindiyan tune bibe û bi hezaran mirov ji cih û waren xwe koç bibe. Divê em destûr nedin vê yekê."    MA / Metin Yoksu