ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-15 09:00:20 * Li gorî daneyên KCDP'ê di îlonê de 45 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Prz. Sîbel Onder, bal kişand ser cînayetên jinan û diyar kir ku sedema herî mezin a zêdebûna kuştina jinan bê ceza hiştin e. Onder xwest tebîren parastinê bên girtin. * Rêvebera Komeleya Civaka Sivil a Di Pergala Cezayê Înfazê de (CÎSST) Berîvan Korkut, bal kişand ser şertên girtîgehan û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirin her ku diçe zêde dibe û wiha got: "Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê. Li kawîşên 12 kesan 30 girtî dimînin. Girtî bi dorveger li ser doşekan radikevin. Girtî dema derdikevin hevdîtinê û xebatên civakî rastî tundiya dijwar tên."    * Berdevkê Hewldana Komeleya Karkerên Ked û Rûmetê Mûstafa Adnan Akyol, xwes ku Wezareta Xebatê pirsgirêkên karkerên înşaetê li şûna bi patronan re çareser bike bi karkeran re çareser bike. Ji bilî lihevkirina bi karkeran re tu çareseriyek din tuneye.”   * Warê dîrokî Heskif, ji ber bendava Ilısu û polîtîkayên hikûmeta  AKP'ê hem di bin avê de dimîne û hem jî li ber çavan talan û wêran dibe. Derhêner Alî Ergul, bêdengiya Baro û odeyên pîşeyî yên li herêmê rexne kir û wiha got: "Ger ku deng bilind bibe dikarin Heskif û Geliyê Dicle ji vê talankirinê rizgar bikin. An na em dê hemû êşa vê yekê bikişînin."    * Xebatkara Navenda Jinan a Sara ya Şaredariya Xalfetiyê Fatma Korkmaz, diyar kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat hat kirin li ser navê jinê çi hebû hemû tune kir û wiha got: "Em dê di hilbijartinên rêvberiyên herêmi de hemû destkeftiyên xwe paşve bistînin. Em dê qeyûm dîsa bişînin cihê wî yê berê."   * Nivîskar Sevîm Korkmaz Dînç ku şahidê darbeya 12'ê Îlonê ye, diyar kir ku ew di pirtûkê xwe de şahidiya xwe ya vê dîrokê dinivîsine û ji hemû jinan xwest ku wêrek tev bigerin û binivîsin. Dinç, anî ziman ku rêya bixwe bawerbûnê tekoşîna hevpar e û wiha got: "Em bang li jinan dikin ku bên cem hev û bi hevre komên xwendin û nivîsandinê ava bikin. Em dibêjin bila jin binivîsin û netirsin."   * Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz, diyar kir ku DYA bi tu awayî nikare bi Tirkiyeyê re li ser Minbicê bazarê bike. Pekoz, anî ziman ku ger Erdogan gefê xwe yê li ser Minbicê bidomîne, dê şer derbasî Elbabê bibe.    * Danişîna doza 53 kesên ku di qedexeyên li Navçeya Nisêbînê de piştî tahliye bûn hatin girtin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û parlamenterên HDP'ê yên Wanê, dê tev li Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Rêya Armûşê bibin. (10.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amed û Dîlokê dê li dijî enflasyona zêde û meaşê karmendan li pêş avahiya maliyê û Parka Yeşîlsû daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30- 13.30)    * Hevserokê Giştî HDP'ê Sezaî Temellî dê li navçeya Artemêtan esnafan ziyaret bike. (14.00)