Karkerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da 2018-10-14 20:23:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Karkerê 54 salî û bavê 4 zarokan Mehmet Saglam ku hefteyek berê li ser rêya tramvayê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.    Karkerê taşeron ê 54 salî û bavê 4 zarokan Mehmet Saglam ku hefteyek berê li ser rêya tramvayê ya Pinarbaşi ya Kayseriyê birîndar bû, îro jiyana xwe ji dest da. Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li ser hesabê civakî diyar kir ku Saglam di 7'ê Cotmehê de li ser rêya tramvayê karê tamîrê dikir, maşîna tamîrê û bar lê qelibî û birîndar kir. Saglam ku hefteyek e li nexweşxaneyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.