Li Farqînê du hevjînên hev hatin binçavkirin 2017-10-25 11:06:57 AMED – Li navçeya Farqînê polîsan bi ser mala Halîm û Evîn Hillez ve girt û ew binçavkirin.  Li taxa Camî ya Farqîna Amedê polîsan bi mala Halîm û Evîn Hillez ên hevjînên hev girt. Piştî lêgerîna li malê polîsan Halîm û Evîn Hillez binçav kir. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Farqînê.