Biryara binçavkirina Aydogdu yê krîza dil derbas kir rakirin 2018-10-14 11:35:09   AMED - Biryara der barê Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hîlmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona Amedê de hat binçavkirin û dibin çavan de krîza dil derbas kir, îro rakirin.    Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Hîlmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê, di 9’ê Cotmehê de hat binçavkirin û di 10’ê Cotmehê dibin çavan de krîza dil derbas kiribû. Aydogdu, li nexweşxanê emeliyeta anjiyo derbas kir. Aydogdu, yê di beşa venêrtiya zêde de tê ragirtin îro biryara binçavkirine ji ser wî rakirin.    Li gorî bijîşkan agahi da, rewşa tenduristiya Aydogdu ber bi başiyê ve diçe. Lê dê dîsa di bin çavdêriya bijîşkan de bê hiştin.