Endamê OHP’ê parêzer Yildiz hat binçavkirin 2017-10-25 11:06:06 WAN – Li Wanê endamê OHP’ê Parêzer Denîz Yildiz ê ji bo îfadeyê çû Midûriyeta Polîsan hat binçavkirin.  Li Wanê ji Miduriyeta Polîsan a Wanê bangî endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Parêzer Denîz Yildiz hat kirin ku biçe îfade bide. Yildiz ê ku ji bo îfade dayînê çû Miduriyeta Polîsan hat binçavkirin. Yildiz bi îdîaya “Li ser navê rêxistinê çalakî û xebat kiriye” hat binçavkirin û kar û barê binçavkirinê didome.