Derûniya zarokê ku kûçikê qeymeqam ew gez kir nebaş e 2018-10-14 09:04:22   ŞIRNEX – Li Cizîrê zarokê bi navê E.G. ku ji bo şekir top bike çû mala qeymeqam û kûçikê li baxçe ew gez kir, derûniya wî xirab bû. Malbatê xwe berpirsiyar bên darizandin.   Li Taxa Konak a Cizîra Şirnexê, di eyda ewil a Cejna Qurbanê de E.G.'yç 11 salî ji bo şekiran top bike tevî hevalên xwe çû mala qeymeqam. Lê belê kûçikê li baxçeyê mala qeymeqam ew gez kir. Dema kûçik pişta E.G. gez kir, welatiyên li derdorê E.G. ji kûçik xelas kirin û birin Nexweşxaney Dewletê ya Cizîrê. Piştî tedawiyê E.G. hat tabûrcîkirin.    BI QESTÛKA TOQA KÛÇIK HAT VEKIRIN?    Lê belê E.G. û xizmên wî diyar kirin ku roja bûyerê polîsên li baxçe bi qestûka toqa kûçik vekirine û bera kurê wan dane. Malbatê giliyê polîsan kir. Malbata E.G., anî ziman ku lê belê du meh e hîn jî tiştek nehatiye kirin û ew ê bi rêya parêzerên xwe dîsa gilî bikin.    DERÛNIYA WÎ XIRAB BÛ    Malbata E.G., bilêv kir ku tenê dîmenê ku dema kûçik kurê wan gez dike nîşanî wan dane, lê belê wan xwestiye dîmenên beriya gezkirinê jî bibînin lê belê nîşanî wan nedane. Malbatê, destnîşan kir ku nêzî du meh in E.G. bi tirs şiyar dibe û derûniya wî xirab bûye. Malbat got, ji ber vê xizmên wî tim wî dibin dibsitanê.      Dayika E.G., Nefîse G. diyar kir ku rayedar nehatine serdana wan. Dayik G., bilêv kir ku piştî vê bûyerê kurê wê ji her tiştî ditirse û derûniya wî xirab bûye. Dayik G. got: "Ji bo îdaniyê diçin qeymeqamtiyê. Dema derî vedibe kûçik êrîşî wan dike. Polîsekî ji kûçik re gotiye 'zevt bike kurê min zevt bike.'"    Dayik G. got: "Divê berpirsiyar bên darizandin. Em ê dev ji vê bûyerê bernedin. Berê jî ev kûçik hin heywanên cînarên me xwaribûn."