Gurkan: Binçavkirin û girtin nexşerêya hikûmetê ye 2018-10-14 09:02:45   STENBOL – Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku beriya hilbijartinên herêmî dê hikûmet di çewisandinên siyasî de istar bike û got: "Operasyonên binçavkirinê û girtinên li tevahiya welat nexşerêya hikûmetê derxistiye holê."    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 9'ê Cotmehê de li 9 bajaran polîsan avêt ser nêzî 200 malên rojnamevan û siyasetmedaran. Di van operasyonan de 141 kes hatin binçavkirin û ji vana 25 jê hatin girtin 115 kes jê jî hatin berdan. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan bal kişand ser van operasyonan û got, ev operasyon nexşerêya hikûmetê derxistiye holê.    Gurkan, anî ziman ku îktîdara siyasî ji bo barê krîza aborî hemû li karker, kedkar û gela bar bike û ji bo îktîdara xwe ya yekpartiyî bi rihetî bi rê ve bibe asta çewisandinên siyasî zêde dike. Gurkan, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê di şert û mercên krîz aaborî û çewisandinên siyasî de amadekariyên hilbijartina herêmî dike.    ‘BINÇAVKIRIN Û GIRTIN NEXŞERÊYA HIKÛMETÊ NE'    Gurkan bertek nîşanî operasyonên hatin kirin da û got: "Erdogan beriya hilbijartina herêmî HDP'ê nîşan dide û got, ger şaredariyan bi dest bixin jî ew ê qeyûman tayîn bikin û ev yek nîşan dide ku dê pêvajoyeke çawa bê birêvebirin. A rast ev daxuyanî nîşan dide ku hilbijartin badilhewa ne. Piştî vê axaftina Erdogan li tevahiya welat operasyonên binçavkirin û girtinan dest pê kirin û ev yek jî nexşerêya hikûmetê derxist holê."    ‘DÊ KARÊ ÎKTÎDARÊ NE HÊSAN BE'    Gurkan got: "Hikûmet barê krîza aborî li ser pişta gel dike û ji bo îktîdara xwe bikelijîne bi çewisandinên siyasî maf û azadiyan ji holê radike û dê di polîtîkaya şerî de israr bike. Lê belê karê îktîdarê dê evqasî ne hêsan be. Dê kesên têkoşer vê yekê rawestînin."    Gurkan, bilêv kir ku lê belê tevî evan tiştan hemûyan jî divê hêzên aştî û demokrasiyê hilbijartinên herêmî wekî perçeyeke têkoşîna demokrasî û azadiyê bibînin û got: "Divê têkoşîn di vê çarçoveyê de bê kirin."    MA / Necla Demir