‘Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e' 2018-10-14 09:00:43   MÛŞ – Parlementerê HDP'ê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mensûr Işik got: "Biryara DMME'yê ya der barê Ocalan de li hemberî aştiyê darbeyek e."    Parlementerê HDP'ê yê Mûşê û parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mensûr Işik, tecrîdkirina Ocalan û serlêdana ji bo "îşkence û muemeleya nebaş" ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) red kir nirxand. Işik biryara DMME'yê rexne kir û got: "Serlêdan di sala 2008'an de hat kirin û hat daxuyandin ku ji bo Birêz Ocalan tu binpêkirineke hiqûqî tune ye. Ev yek tê wateya derbeya li hemberî aştiyê ku gelên Tirkiyeyê bi salan e bi hesreta wê ye. Tê wateya piştguhkirina aştiya ku Rojhilata Navîn lê digere."    GELÊN ROJHILATA NAVÎN TÊ TECRÎDKIRIN    Işik got: "Ji bo kûrkirina aloziya li Rojhilata Navîn Ocalan tê tecrîdkirin. Dixwazin gelên Rojhilata Navîn tecrîd bikin. Dixwazin aştiya ku gelên Tirkiyeyê bi hesreta wê ye berasteng bikin. Armanca vê yekê şereke kûr e. Tirkiye û raya cihanê jî baş dizane ku Birêz Ocalan diyar kiriye ku pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk dikare bê çareserkirin."    ŞER Û TECRÎD    Işik, bilêv kir ku tê xwestin gel ji siyaseta demokratîk û hiqûqê dûr bikeve û di şexsê Ocalan de polîtîkayên ne demokratîk li tevahiya welat ferz bikin. Işik got: "Ocalan tenê nayê tecrîdkirin. Tecrîd ew e ku pirsgirêka kurd bi şidet, şer û polîtîkayên xwînî bê çareserkirin. Tecrîd tê wateya ku Tirkiye ji demokrasî û hiqûqê dûr bikeve."    ‘TECRÎD KRÎZA ABORÎ KÛRTIR DIKE'    Işik, bilêv kir ku di navbera tecrîdê û krîza aborî de pêwendiyek heye û got: "Sedema kûrbûna krîza aborî û serobinbûyîna hevsendiyên aborî yên Tirkiyeyê ji ber tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Dê bi tecrîdkirinê krîza aborî kûrtir bibe. Me dît her ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re çêdibin rewşa aboriyê jî baş dibe. Dema em daneyên aborî yên 6 salên dawî raçav dikin ev erwş bi awayekî aşkere xwe dide der."    ‘JI BO BIDAWÎBÛNA ALOZIYÊ DIVÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÊ'    Işik, bilêv kir ku her diçe tecrîdkirin kûrtir dibe û ev yek bi awayekî zêde tesîrê li civakê dike. Işik got: "Çarserkirina pirsgirêkê bi bidawîbûna tecrîdê û detspêkirina hevdîtinan pêkan e. Ji bo Tirkiye ji vê aloziyê xelas bibe pêdiviya wê bi fikr û ramanên Ocalan heye. Armanca me ya sereke ew e ku hemû kesên li Tirkiyeyê bi awayekî baş bijîn. Em ê vê yekê jî bi bidawîkirina tecrîdê bidin destpêkirin."