Li Amed û Êlihê aqûbeta windakiriyan hat pirsîn 2018-10-13 14:54:03   AMED / ÊLIH - Xizmên Windakiriyên ên qadên servekirî li çalakiyên wan hatin qedexekirin, li Amed û Êlihê kom bûn û aqûbeta Mûhsîn Taş û Yilmaz Gumuş hat pirsîn.    Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi armanca “Windahî bên dîtin û faîl bên darizandin” 505’emîn çalakiya rûniştênê ya vê heftê pêk anîn. Çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Xizmên windakiriya, rêveber û endamên ÎHD’ê û Parlementerê CHP’ê yê Rihayê Azîz Aydinlik beşdarî çalakiyê bûn.   ‘DI DAWIYA DAWÎN DE QEDEXE KIRIN’    Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Asal Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li herêmê bi sedam mirov ji aliyê hezên ewlekariyê ve hatin kuştin. Bi van komkujiyan sûcê mirovahiyê tê kirin. A rast ew ku ev sûcê mirovahiyê bê qebûlkirin. Ev pergala ku dilê dayîkan dişewîtine, dayik dê bitêkoşîna xwe hesab ji wan bipirse. Hûn van sûcên xwe qebûl bikin û hesap bidin. Em dixwazin faîl bên dîtin, darizandin û ceza kirin. Divê faîl ji dayîkan lêborîn bixwaze.     ÎDÎA KIRIN KU ‘DI OPERASYONÊ DE REVIYA’   Rêveberê Şaxa ÎHD’a Amedê Îrfan Ekîncî jî, çîroka Mûhsîn Taş ê li Şirnexê hat binçavkirin û windakirin vegot. Taş, diyar kir ku di operasyona leşkerî ya 14’ê Cotmeha 1993’yan a li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê pêk hat de, Mûhsîn Taş ji çokê xwe birîndar bû. Ekîncî, da zanîn ku Taş di saet 05.00’ê rojê de ji aliyê leşkerên dibin fermandariya Serdar Cemal Tamîzoz ve hat binçavkirin û wiha got: “Taş di wê saetê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Taş ji aliyê Dr. Palpas vê tê mûayene kirin. Bijîşk dibêje dibê Taş bişînin Mêrdînê. Li ser vê yekê di heman rojê de Taş teslîmî Serdarê Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê Erol Tuna tê kirin. Dûre Taş dibin polîklînîka Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê û ji aliyê Bijîşk Can ve tê mûayene kirin. Lê ji 9’ê Mijdara 1993’an ve agahî ji Taş nayê girtin. Ji malbatê re gotin Taş di operasyonê de reviyaye. Gelo kesekê ku çonkê wî birîndar çawan dibe ku di operasyona ser çiyayê de bireve?  Piştî salên dirêj, DMME Tirkiyeye ji ber winda kirina Mûhsin Taş mehkûm kir.    ÇALAKÎ LI ÊLIHÊ JÎ PÊK HAT   Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 411’emîn de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên windayan wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan, Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên endamên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP) beşdarî çalakiyê bûn.    'BILA QEDEXE BI DAWÎ BIBIN’   Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em binçavkirin û girtinên di demên dawî yên li dijî siyasetmedar û kedkarên çapemeniyê şermezar dikin. Em dixwazin hemû siyasetmedar û rojnameger bên berdan. Em dixwazin hemû qedexeyên heyî bên rakirin.”   BI SALAN LI KURÊ XWE GERIYA    Berdevkê Komîsyona Maf û Edaletê ya Şaxa ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner, çîroka Yilmaz Gumeş ê di sala 1993’yan de hat windakirin vegot. Ji 21’ê Cotmaha 1993’yan ve agahî ji Gumuş nayê giritn. Li gorî agahiyên bavê Yilmaz Guneş Fahrettîn Gumuş berî kurê wî bê winda kirin mehekê li Midûriyeta Polîsan a Êlihê hat binçavkirin. Bab Gumuş bi salan li kurê xwe digere. Çi dibe bila bibe me aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin.”    Piştî axaftina Tanguner, 5 deqe çalakiyê rûniştinê hat lidarxistin.