Şaxa ÎHD’a Îzmîrê li aqûbeta 11 welatiyên Pasûrê pirsî 2018-10-13 14:53:10     ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta 11 welatiyên di 1993’an de li navçeya Pasûrê di binçavan de hatin windakirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 452’yemîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin” û “Girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê li dar xistin. Rêveber û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta welatiyên bi navê M. Salih Akdenîz, Behçet Tutuş, Umît Taş, Turan Demîr, Nurettîn Yerlîkaya, Abdo Yamuk, M. Şerîf Avar, Hasan Avar, M. Şah Atala, Celîl Aydogdu û Bahrî Şîmşek ên li gundê Alaca navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin pirsî. Rêveberên HDP, Dayikên Aştiyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’ê Zafer Încîn daxuyanî da û bi bîr xist ku gellek mirov di binçavan de hatin windakirin û çavê xwişk, bira, bav û dayikên windayan li rê maye. Încîn da zanîn ku ew ê lêgerîna aqûbeta windayan bipirsin û divê kujer bêceza nemînin. Încîn windakirina her 11 welatiyan bibîr xist û got: “Kujer nehatin girtin û dernexistin ber darazê. Kujer hatin xelatkirin. Em ê jî bibîrxistina windayan dewam bikin.”    Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.