'Her derê welat bû wekî Girtîgeha Amedê' 2017-10-25 10:47:09 AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Mustafa Ozer ji salên 1980'ê yî vir ve ji hemû tiştên ku li welat qewimî re şahidî kiriye, îşkence û binpêkirinên mafan wekî "Her derê Tirkiyeyê bûye wekî Girtîgeha Amedê" pênase kir û ev tişt got: "Welat bi makeqanûna 1982'yan tê bi rêvebirin. Ha rêveberiyên leşkerî, ha rêveberiyên OHAL'ê, cudahiyeke zêde nîne." Bi deklerasyona di Newroza 2013'an ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aşkera kir re Pêvajoya Çareseriya Demokratîk dest pê kir, piştî di 5'ê Nîsana 2015'an de Serokomar Erdogan pêvajo bi dawî kir, li welat şer û pevçûn dest pê kir û herî dawî bi derbeya 15'ê Tîrmehê re Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin û binpêkirinên mafan berdewam dike. Ji salên 1980'yî vir de li Kurdistanê valakirina gundan, îşkence, girtin, binçavkirin, înfaz û hwd. gelek bûyerên derveyê mirovahiyê qewimîn û di roja meya îro de jî ev rewş dewam dike.   Parêzer Mustafa Ozer ê ji derbeya Kenan Evren a salên 1980'ê vir ve ji van binpêkirinên mafan re şahidiyê dike û aşkera dike ku di 37 salên parêzeriya wî de tiştek neguheriye. Ozer di navbera salên 1998 û 2002'yan de Serokatiya Baroya Amedê kiriye. Ozer der barê binpêkirinên mafan de axivî   OHAL Û ÎŞKENCE   Ozer da zanîn ku divê paşeroj hinekî bê dest girtin û ev tişt got: "Roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha, me çiqas şertên awarte dîtin, divê bê pirsîn? Bi taybetî piştî tevgera Şêx Seîd a sala 1925'an re an îdareyên rêvebirina awarte, an jî bi rewşa awarte civak bi rêve birin. Di vê pêvajoyê de civakê kêm zêde rewşên awarte jiyan kirin. Rêveberiya şidiyayî ya salên 1980'yan, 90'î û 98'an û OHAL hebû. Di vê demê de jiyana mirovan heta ku tu bêjî hat sînorkirin, mafên mirovan û azadî hatin rawestandin. Di çoltarên welat tevgerên kontrayî û JÎTEM li dijî mirovên welatparêz êrîş pêk anîn. Divê ev îro bên nirxandin."   WÊ DEMÊ KADROYEK SERKEFTÎ HEBÛ   Ozer der barê pêvajoya ku serokatiya Baroya Amedê kiriye de agahî da û destnîşan kir ku wê demê jî parêzer, welatparêz û gelek kes dihatin binçavkirin û wiha axivî: "Em dikarin bêjin ku wê demê kodroyeke ku li dijî binpêkirinên mafan, bêhiqûqî û pêkanînên xirab disekinî hebû. Di vî warî de xebateke civakî hebû. Ev di hin astan de jî bi serketin. Di nezera desthilatdariyê de jî taybetiyeke wê ya cidî hebû. Li Tirkiyeyê pêşketin jî çêdibû. Hewldana ji dorpêça 12'ê Îlonê derketinê jî çê dibûn."   'HIQÛQA BIRATIYÊ' BÊ WATE YE   Ozer li ser bertek û berxwedana gelê kurd jî rawestiya û anî ziman ku bi bertekên gel re hin encam derketin holê û wiha pê de çû: "Heta salên 2014'an gelê kurd gelek zehmetiyên OHAL'ê kişand û berdêl da. Piştre serdema bê pevçûn dest pê kir. Ev ji hêla her kesî ve hat qebûlkirin. Bi Qendîl û Ocalan re hevdîtin pêk hatin, di civakê de hêsta dê ev dewam bike da avakirin." Ozer got ku "Erdogan hev civîna li dora maseya Dolmabahçeyê erênî nedît" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ew hişmendiya wî ya yek zilamî, piyê xwe li maseyê da û bi taybetî li dijî vê herêmê konsepteke nû da destpêkirin. Ev tevgereke kontra gerîlayî ya ku 12'ê Îlonê li du xwe bihêle ye. Erdogan jî û rayedarên din jî gotinên 'Heta yek terorîst jî bimîne, dê ev têkoşîn dewam bike' anîn ziman. Ev tê wateya 'Heta kurdek jî bimîne, dê ev tekoşîn dewam bike.' Gotina 'hiqûqa biratiyê' bê wate ye."   OHAL DIBE LÊ JI BER ÇI?   Ozer da zanîn ku li welatan OHAL dikare bê îlankirin û di vî warî de bi hin mînakan ev rewşa zelal kir: "Li cîhanê û li hemû welatan dikarin bikevin serdema OHAL'ê. Dibe pirsgirêkên aborî, siyasî û gelek tiştên din bibin. Ev gelekî xwezayî ye. Li Amerîkayê dibe şewat derkeve, li wir OHAL tê îlankirin. Karesata lêhiyê dibe, erdhej, krîza aborî dibe, wekî salên 1930'yan, wê demê tu dikarî serî li OHAL'ê bidîn. Di demeke kin de tiştên kêrhatî dikarî bi dest bixî. Ya li Tirkiyeyê anîne, ji derveyê vê rewşê ye. Ne şewat, ne erdhej, ne kirîza aborî. Ji xwe re 15'ê Tîrmehê afirandin, li gorî min ev senaryoyek bû, bi wê senaryonê Tirkiye anîn şertên OHAL'ê."    MUXALEFET LI BER XWE NADE   Ozer destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cara 5'emîn e OHAL tê dirêjkirin, ev bi pirsgirêk û şertên li welat re ne eleqedar e, desthilatdarî bi OHAL'ê ji bo xwe şertên asayî diafirîne û xwe ji bo hilbijartinên 2019'an amade dike. Ozer li ser muxalefeta HDP'ê jî rawestiya û di vê der barê de jî ev nirxandin kir: "Lê mêze kin hevserokên HDP'ê, wekîl, qasî sed hevşaredar bê bandor kirin. Şertên têkoşîna siyasetê ji holê rakirin. Li Tirkiyeyê avabûnên ku muxalefetê dikin hene, lê li ber xwe nade. Li parlamentoyê, nava gel û qadan nade nîşan. Dema nede nîşan jî bêperwayî zêde dibe."   35 SAL E MAKEQANÛNA 1971'AN  DI DEWRÊ DE YE   Ozer piştrast kir ku di rêveberiya şidiyayî de serdestî di destê leşkeriyê de ye û ev tişt anî ziman: "Di dema OHAL'ê de leşker nikare welat bi rêve bibe. Lê wekî hişmendî, dema hûn mîmarê derbeya 12'ê Îlonê Kenan Evren mêze dikin, di navbera wî û Serokomarê îro li serê Tirkiyeyê de tu cudahî tune. Ev 35 sal e li bekaya Komara Tikriyeyê makeqanûna 1971'an mêze dike, her kes jî dizane ev makeqanûneke faşîzan e."   Ozer der barê hiqûqa li Tirkiyeyê de jî nirxandin kir û ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: "Hiqûqa gerdûnî daynin aliyekê, hûn bi hiqûqa dewletê re mijûl in, li vir parastinê wekî peywireke funksiyonel anîna ziman xeyalî ye. Ji ber wê dema li rewşa parêzerên ku dikevin dozên siyasî bê nihêrin, çiqasî fonksiyonelin ev mijareke nîqaşê ye. Ev tenê kêmasiyeke ji parêzeran diqewime nîne, ev nêrîna dewletê ya hemberî hiqûqê ye. Hûn di warê parastinê de bi devê xwe çûkan jî bigirin, di çarçoveya hiqûqa dewletê de mirov tên darizandin û dozger ne alîgir be, dadgeh wekî darazeke serbixwe nikare bê pênasekirin. Di nava vê de lingê bingehîn e. Lingekî bingehîn jî parstin e, ji ber wê ne pêkan e peywira xwe qasî ku hatiye xwestin aniye cih."