Cil û bergan nadin girtiyan 2018-10-13 10:11:20   ENQERE - Parêzer Alîşan Şahîn têkildarî zextên li girtîgeha Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Qeyseriyê agahî dan û diyar kir ku girtîyên jin tevî kelepçeyan muayene dikin. Şahîn, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê kota daniye ser cilan û cilên ji derve tên şandin nadin girtiyan û wiha got: "Midûrê girtîgehê tenê 2 caran qebûl kiriye ku bi girtiyan re hevdîtin bike. Di hevdîtinê de heqaret li girtiyan kiriye û gef li wan xwariye."    Li girtîgeha Tîpa T a Bunyan  a Qeyseriyê zextên li ser girtiyan zêde dibe. Lê her çend girtî balê dikişînin ser zextan jî rayedar li şûna li wan guhdar bike gefan li wan dixwe. Parêzer Alîşan Şahîn ku bi muvekkilên xwe Naime Encu û Sinem Oguz re hevdîtin kir, der barê binpêkirinên mafan de agahî dan. Şahîn, diyar kir ku li girtigeha Bunyanê 37 jinên girtî hene û wiha got: "Kotaya cil û bergan danîne ser girtiyên jin. Cilan nadin girtiyan. Cilên ji derve ji wan re tên şandin, davêjin depoya girtîgehê. Ev kota ji bo girtiyan bûye pirsgirêkek mezin. Girtiyên nexweş ku dixwazin muayine bibin, kelepçe dispêre wan. Dîsa pirtûkan bi hêjmar didin girtiyan. Dema girtiyan dişînin dadgehê û nexweşxaneyê kelepçeyê dispêre wan. Yên ku kelepçeyê red dikin nayên dermankirin. Her ji 15 rojan carekê bi ser kawîşên girtiyan de digirin û lêgerîn dikin. Di lêgerînê de wekî talan bikin lêgerîn dikin. Dengê bangê pir zêde ye û girtiyan bêzar dike. Gardiyan dema diçin çopê kom dikin 30 kes bi hevre diçin û srûdên nijadperestî ên wekî “Olurum Turkiyem” dixwînin û jinên girtî bêzar dikin."   'MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ GEF LI JINAN XWAR'   Şahîn, anî ziman ku dema girtî ji bo girtîgehek din name dişînin û nameyên ji bo 4-5 kesan dixin zarfekê, rayedarên girtîgehê dixwazin ji bo her kesekî zarfekê bişînin. Şahin, da zanîn ku dema girtî ji bo balê bikişînin ser  binpêkirina mafan û xwestin bi midûriyetê re hevdîtin bikin, midûrê girtîgehê gef li girtiyan xwarine û wiha got: "Ji 2 mehan heta niha tenê 2 caran daxwazê girtiyan ê hevditinê hatiye qebûlkirin. Dema jin çûn bi midûr re hevditinbikin, midûr dengê xwe li wan bilind kiriye û destûr nedane ku jin bi axivin. Heqaret li girtiyan kiriye û gef li wan xwariye. Jin dema vegeriya ne odeyên xwe jî rastî dozger hatine û dozger jî gotiye 'Hûn li korîdorê çi digerin. Ji niha û şûnde musamaha  tune' û gef li wan xwariye.    Şahîn, da zanîn ku dermankirina bi kelepçe nayê qebûlkirin û ji bo ev binpêkirin bi dawî bibe dê serî li hemû rêyên hiqûqê bidin.