Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn 2018-10-12 20:19:21   HATAY - Li Hatayê, li mamosteyê bi navê Î.B.,  ji ber 6 xwendekraên xwe îstsimar kiriye 75 sal ceza hat birîn.    Li navçeya Kirikhan a Hatayê, mamosteyê zimanê îngilîzî Î.B. 6 xwendekarên xwe yên temenê wan di navbera 10-11 salan de îstismar kir. Di doza îstismarkirina cinsî de îro danişîna biryrdayînî li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikhanê pêk hat. Bersûc Î.B., parêzer û malbatên zarokên hatin îstismarkirin tev li danişînê bûn. Di danişînê de Î.B. tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekirin û xwest bê beraatkirin û tehliyekirin. Lê belê malbatan jî careke din giliyên xwe yên der barê Î.B. de dubare kirin û xwestin Î.B. bê cezakirin. Piştî navbera ji bo danişînê hat dayîn, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û bi îdiaya "îstismarkirina zarok" 75 sal ceza li Î.B. birî.