‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’ 2018-10-12 16:43:10   AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got: “Heke kujerên Tahîr Elçî bên dîtin, wê Tirkiye ji vê rwşa pevçûnê derkeve.”    Baroya Amedê di hefteya 145’emîn de ji bo Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin, li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Gellek parêzer û parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz beşdar bûn. Pankarta “Em te ji bîr nakin” hat hildan.    Ozmen di çalakiyê de axivî û çalakiyên her hefte yên ji bo Elçî bibîr xist û got: “Em li vir dixwazin kujerên Tahîr Elçî û hêzên tarî yên li pişt bûyerê derkevin. Bi ser bûyerê re 3 sal derbas dibe, lê hêj heta niha wek serê derziyê delîlek şênber jî di dosyeyê de cih negirtiye. Hêj ne diyar e Tahîr Elçî bi guleyek çawa jiyana xwe ji dest da. Em carek din li vir dibêjin; heke kujerên Tahîr Elçî bên dîtin, wê Tirkiye ji vê rwşa pevçûnê derkeve. Heta kujer dernekevin holê û bûyer neyê ronîkirin, em ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet pêk were dewam bikin.”    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.