Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin 2018-10-12 16:07:37   ÎZMÎR – Danişîna papazê Amerîkî Andrew Craîg Brunson li 2’yemîn Dadgeha Cezaye Giran a Îzmîrê hat dîtin. Dozger mutala xwe aşkere kir û xwest biryara kontrola edlî bê rakirin.    Hepiskirina malê ya papazê Amerîkî Andrew Craîg Brunson bû sedema krîza navbera Tirkiyeyê û DYA’yê. Ev du meh û nîv e ev krîz dewam dike. Papaz Brunson ê li hepsa malê îro derket pêşberî dadger. Danişîna çaremîn a Brunson li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hat dîtin. Dozger di danişîna xwe de mutala xwe aşkere kir û xwest biryara kontrola edlî ya li ser Brunson bê rakirin.    Buronson bi hînceta li ser navê “FETO û PKK” sûc kiriye heta 35 sal cezayê girtîgehê jê re tê xwestin tê darizandin.    Di rûniştina serê sibê de kesên bi navê Buşra, Levent Kalkan û Serhat îfadeyên li ser Brunson dabûn paş de kişandin.    Danişîna li Kampûsa Girtîgeha Alîaga tê dîtin Sefîrê Balyozxaneya Amerîka yê Enqereyê Maslahatguzari Jeffrey M. Hovenier jî dozê dişopîne.