Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan 2018-10-12 15:30:45   STENBOL – 4 kesên 'berpirsiyarên esil' ku ji faîcaya trênê ya li Çorluyê pêk hat girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.    Di 8'ê Tîrmehê de li navçeya Çorlu ya Tekirdagê facîaya trênê pêk hatibû. Di qezayê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 340 kes jî birîndar bûbûn. Pişti facîayê lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çorlu bi dawî bû. 4 kesên ku di rapora kesên zana de “Berpirsiyarê qezayê yê esil" girti dihatin darizandin serbest hatin berdan. Di nava kesên bi şertê kontrola edlî hatin berdan Midûrê Venêrtina Rêyên Trênê Turgut Kurt, Şefê venêrtin û tamîratê yê rê Ozkan Polat, Memûrê Venêrtin û tamîratê Celaleddin Çabuk û Şefê Pirayana Çetin Yıldıri bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.