Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan 2018-10-12 15:30:14   ÎZMÎR – Li Îzmîrê 8 kesên bi boneya beşdarî merasîma cenazeyê ji avakarên TKÎP’ê Teslîm Demîr bûn hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Ji avakarê Partiya Karkerên Komunîst a Tirkiyeyê (TKÎP) Teslîm Demîr li Elmanya jiyana xwe ji dest dabû û di 7’ê cotmehê de li navçeya Buca ya Îzmîrê bi merasîmekê hatibû definkirin. 8 welatiyên bi hinceta beşdarî merasîmê bûne û “Propaganda rêxistinê kirin e” hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê Bîrol Kutoglu, Kardelen Yogungan, Hasan Benlî, Atakan Aytekîn, Fatma Alokmen, Ekîn Guçlu, Ugur Acar û kesek navê wî nehat zanîn dadgehê û piştî îfadeyên li vir bi şerta kontrola edlî hatin berdan.