Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin 2018-10-12 14:37:30   ENQERE – Berdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, bertek nîşanî operasyonên li dijî HDP'ê dan û diyar kir ku operasyonên duh bi cemaatê re dikir, îro bi MHP'ê re pêk tînin û wiha got: "Kesên duh digotin 'me ji cemaatê bawer kir em hatin xapandin' dê sibê bêjin ‘Me ji MHP’ê bawer kir û em hatin xapandin'. "    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, têkildarî operasyona siyasî ya li dijî siyasetmedar û rojnaemgeran pêk hat li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Oluç, bal kişand ser binçavkirina siyasetmedar û rojnamegeran û wiha got: "Em dîsa bi bahoza binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne. Birêz Leyla Guven hêj girtî ye. Di operasyonê de li gel wekîla me Leyla Guven girtî ye jî bi ser mala wê de girtin. Deriyê mala wê şikandin. Mala wê tar û mar kiriye. Em dîsa bang li Serokê Meclîsê dikin û diyar dikin ku polîsên bi ser mala Guven de girtin sûcê Qanûna Bingehîn kirine. Darazê sûcê Qanûna Bingehîn kiriye. Girtina Guven li dijî xala 83’an a Qanûna Bingehîn e. Divê bi lez Birêz Leyla Guven berdin.    ARMANC DIKIN BI VAN OPERASYONAN HILBIJARTINA HERÊMÎ ASTENG BIKIN   Oluç, bal kişand ser binçavkirin û girtinên dawî û wiha got: "Hemû îdîaname bê mesnet in. Di nava kesên hatin binçavkirin rêveberên me yên navçe û bajaran hene. Kesên di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tev li kampanya HDP'ê bûn ked dan tev hatin binçavkirin. Bi vê yekê dixwazin xebatên hilbijartina rêveberiya herêmî asteng bikin û bitisînin. Raste rast dixwazin xebatên HDP’ê yên hilbijartina rêveberiyên herêmî asteng bike."    'GELÊ KURD DIXWAZE VÎNA XWE HILBIJÊRE'    Oluç, da zanîn ku êdî AKP-MHP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dît ku li 95 şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine, bi qeyuman encam bi dest nexistine û wiha berdewam kir: "Erdogan rojên borî got 'Hûn hilbijêrin jî em dê dîsa qeyûm tayîn bikin' û gef li hilbijêran xwariye. Dibîne ku gel ji van gefan natirse vê carê dixwaze bi van operasyonan xebatên hilbijartinê asteng bike."    'DÊ BÊJIN EM HATIN XAPANDIN'   Oluç, da zanîn ku AKP'ê berê bi cemaeta Gulen re li dijî kurdan operasyon pêk anîn û herî dawî got 'Em hatin xapandin' û wiha axivî.  AKP'ê duh bi cemaetê re operasyonên dikir, îro bi MHP'ê re pêk tînin. Kesên duh digotin 'me ji cemaatê bawer kir em hatin xapandin' dê sibê bêjin ‘Me ji MHP’ê bawer kir û em hatin xapandin'. Duh digotin ‘cemaatê em xapandin.' Dê sibê jî bêjin  ‘Dê sibê jî bejin MHP’ê em xapandin'. Bi van girtin û binçavkirinan nikarin HDP’ê rawestînin. Ev operasyon ne rewa ne. Di raporên navneteweyi de hat diyar kirin ku li Tirkiye Demokrasi tune. Otorîte heye. Li Almanyaye Vakafa Bertelsmann Vakfi û 32 endamên OECD nirxandin. Tirkiye di rêza dawî de nîşan dan. Li Muşê 5 kes hatin înfazkirin. Di çapemeniyê de dîmen hatin weşandin. Di dimenan de Yusuf Ok, ji maşînê daket û destê xwe rakiriye hewa. Cendirme dibêjin 'Teslîm bû gule bernedin wî' Lê dîsa ji panzêrê guleyan berdide Yusuf Ok û wî dikujin. Em dipirsin, kesên li wir mirov kuştin gelo rastî tu lêpirsînê hatin? Li wir xuya dibe ku welatiyê çek di destê wî de tune tê kuştin. Tu nirxandinên rayedaran ji bo vê yekê heye?"    Oluç, bal kişand ser krîza aborî û anî ziman ku fatûraya krîzê ji pişta gel derdixin û butçeya Serokomar a 20197an 3 qat zêde kirin û 3 milyon lira zêde kirin.