Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên 2018-10-12 14:30:52   STENBOL- Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel, operasyona li dijî rojnamevan, siyasetmedar û parêzeran a li Amedê pêk hat, weke “hemleya hilbijartinê ya desthilatdariyê” pênase kir û got: “Helwesteke net a gel heye. Kesek biçe dê hezar kes werin, bi moral û motîvasyonek mezintir bixebitin.”   Li Amedê di serdegirtinên 9’ê Cotmehê de, rojnamevan, parêzer û siyasetmedar jî di navê de 120 kes hatibûn binçavkirin. Ji 120 kesên hatin binçavkirin qismek wan hatin girtin û 75 kes jî îro sewqî dozger hatin kirin. Parlameterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel ê di operasyonên li dijî siyasetmedarên Kurd ên di salên 2009 û 2012’an pêk hat de hat girtin û demek dirêj di girtîgehê de ma, bal kişand ser armanca operasyonê û polîtîkayên teslîm girtina HDP’ê.    Temel, diyar kir ku weke tê gotin tu eleqeya operasyonê bi nameyên îxbar û e-maîlên îxbaran re tuneye û wiha axivî: “Ev operasyon ji berê de hatiye amadekirin. Mirovên di xebatên HDP’ê de xebitîne weke ‘torbeyan tije bikin’ ji ber sedemên bêeleqe dosyeyan ava dikin û didin girtin. Ev operasyonek siyasiye û ji daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ên li ser HDP’ê ne serbixweye.”    'EV OPERASYON HEMLEYA HILBIJARTINÊ YE'   Temel, da zanîn ku Ji ber xebatên hilbijartinê ev hemû kes hatin binçavkirin û wiha got: “Operasyona di 9’ê Cotmehê de pêk hat, dişibe operasyonên qirkirina siyasî û dozên KCK’ê yên berê. Çiqas mirovên ku di 24’ê Hezîranê de beşdarî xebatan bûne, hemû binçavkirin. Ji bo ku ev mirov beşdarî xebatên hilbijartina herêmî nebin hatin binçavkirin. Ji ber vê yekê em hemleyeke hilbijartinê ye. Piştî daxuyaniya Erdogan 2 roj şûn de operasyon pêk hat. Di 7’ê Cotmehê de îdîa kir ku HDP ne meşûre û dûre dozger ketin nava tevgerê. Konseptên wiha yên amadekirî hene. Çawan ferman tê dayîn daraz dikeve nava liv û tevgerê.”    ‘HELWESTA GEL NET E’   Temel, anî ziman ku ligel hemû êrîşna jî helwesta gel net e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Helwestek net a vî gelî heye. Kesek biçe dê hezar kes werin, bi moral û motîvasyonek mezintir bixebitin. Gel xwedî helwestek wiha ye. Ji bo vale derxistina van operasyonan, rêya herî reht û bi bandor cihê kesên hatin binçavkirin û girtin, dagirtine. Di vî warî de heta bêje gelekê ku bi biryar heye.”