'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc' 2018-10-12 13:55:55   STENBOL - Jinên rojnameger berter nişanî girtin û binçavkirina rojnameger û siyasetmedarên jin dan û diyar kirin ku bi girtin û binçavkirina jinan vîna jinan dikin armanc. Jinên rojnameger anîn ziman ku bi binçavkirin û girtina jinan, nikarin wan bêdeng bikin.    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmehê de li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû der barê 151 siyasetmedar, rewşenbir û rojnamegeran de biryara binçavkirinê hat dayîn û zêdeyî 100 kesên ku di navde siyasetmedar û rojnameger jî hebûn hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin rojnameger Kibriye Evren jî di navde 13 kes hatin girtin. Di 10'ê cotmehê de jî Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin ku girtî dihat darizandin, rastî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat. Jinên rojnameger bertek nîşanî girtin û binçavkirina jinên rojnameger û siyasetmedar dan û diyar kirin ku bi girtin û binçavkirina jinan vîna jinan dikin armanc.    ‘BI GIRTINAN NIKARIN JINAN TÊK BIBIN'   Ji Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan, diyar kir ku yek ji sedema binçavkirin û girtina jinan, polîtîkaya dijminantiyê ya AKP'ê ye û wiha got: "Têkoşîna jinên rojnameger û siyasetmedar bûye tirsa xewna îktîdara siyasî û kabûsa pergala  serdest. Divê kesên hatine binçavkirin bi lez bên berdan. Hemû jinên ji bo mafê xwe têdikoşin dibin hedefa AKP'ê. Jinên HDP'î û Tevgera Jinên Kurd li gel hemû zext û tundiyan, têkoşîna li dijî pergalê bê navber berdewam dikin. Ev êrîşên li dijî vina jina azad tu car bi ser nakevin. Divê bi lez hevalên me berdin."    ‘ÊDÎ ROJNAMEGERÊN TÊN GIRTIN DIBIN NÛÇE'   Endama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) û endama Komîsyona LGBTÎ Gulfem Karataş, diyar kir ku li şûna rojnameger bi nûçeyên xwe bibin rojev, bi binçavkirin û girtina xwe dibin rojev û wiha got: “Bêyî delîlên şênber nîşan bidin rojnameger Seda Taşkin bi 7 sal û 6 mehan ceza dikin. Dîsa li Amedê 6 jê rojnamegeran zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin. Em dîsa dubare dikin. Em dibêjin hûn kê bigirin bigirin, em dê dîsa rastiyan binivîsin."    Ji Jinên Halkevcî Tugçe Ozçelik  jî dîyar kir ku jin rê li pêş muxalefeta civakî rê vedike û li dijî polîtikayên îktîdara faşist serî hildide. Ozçelîk, da zanîn ku ji ber ku îktidar ji têkoşîn û sekna jinê ditirse, jinê dike hedef û êrîş dike. Ozçelîk xwest jinên hatine binçavkirin bên berdan.   BI GIRTINAN NIKARIN WAN BÊDENG BIKIN   Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Aysun Çeper jî anî ziman ku îktîdara ku welat bi OHAL û KHK’ê bi rêve dibe bi sedan mirovên ku aştî xwestin binçav kirin û girtin. Çeper, da zanîn ku êdî tehamula AKP'ê ji dengê cuda re tune û ew de li dijî faşizmê tekoşîna xwe berdewam bike."